Amed: Yên têne bombekirin birayên me ne

11/10/2023

Seîd* dibêje: “Li vir mafê mirovan û demokrasî nîne, em rehet nînin”. Ew nerazîbûna xwe ya êrişên Tirkîyeyê tîne ziman ku dibêje: “Yên têne bombekirin birayên me ne û heta mirinê em dê destekê bidin wan”

Li Amedê, xelkê hîs û fikrên xwe derbarê Şerê Îsraîl-Filistîn û êrişên Tirkîyeyê yên li ser Rêverberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surîyê da bo Botan Timesê gotin.

Çend kesan ji ber egerên cuda cuda nexwestin li ser her du şeran biaxivin. Bi taybetî jî nexwestin li ser êrişên Tirkîyeyê yên li ser Rêveberîya Xweser biaxivin ku hin kesan wiha got:

“Sîlîvrî sar e, bela xwe ji me veke keko.”

“Em newêrin xeber bidin.”

“Heta dewra Recep Tayip Erdoğan diqede ez rojevê naşopînim.”

“Piştî şerê Sûrê me dev ji sîyasetê berda.”

Xalid*, dilnexweşîya xwe wisa tîne ziman ku hem bi şerê Îsraîl-Filistîn hem jî erişên Tirkîyeyê ew aciz e ku ew dibêje: “Zilm li kî derê hebe divê mirov dengê xwe derxe”.

Ew lê zêde dike û beyan dike ku aniha kesek rabe, derkeve qadê fikrên xwe bêje an jî çalakîyekê bike bi sedan polîs li ser serê wan kom dibin lê ji bo çalakî û meşên şerê Îsraîlê polîs dengê xwe nakin.

Xalid, dîyar dike ku dinya li hemberî êrişên Tirkîyeyê yên li ser Rêveberîya Xweser bêdeng mane ku gelek cihên debarê yên wekî santralên ceyranê, imbarên xwarinê û gelek dezgehên din wan bombebaran kirine.

Egîd*, destnîşan dike ku Tirkîye feqîr û jaran bombebaran dike û ew dibêje: “Çi gunehê wan heye, qaşo dibêjin em bisilman in” ew lê zêde dike û beyan dike ku çi heqê wan nîne Surîyê dagir dikin. Ew acizî û reddîya xwe ya li ser êrişên Tirkîyeyê tîne ziman û dibêje: “Çi îşê wan li wir e”.

Xalid beyan dike ku divê Tirkîye dev ji wan durûtîyan berde.

Egîd dibêje: “Kî dibe bila bibe em li dijî zilmê ne”

Xalid destnîşan dike ku herçiqas Rêveberîya Xweser gotîye ku ew kesên ku teqîn pêk anîne ji Surîyê derbasî Tirkîyeyê nebûne jî, Tirkîyeyê ev wekî hincet ji xwe ra dîtîye ku êrişê bibe ser Rêveberîya Xweser ku ew dibêje: “Ev êriş li hemberî sivîlan e”

Ew dibêje “Ma dinya vîya nabîne, çima yek dengê xwe ji vîya ra nake lê ji Filistînê ra dengê xwe derdixin, dubendîyê û durûtîyê dikin”.

Ji bo êrişên Tirkîyeyê Xalid dibêje: “Ev li dijî kanunên şerî şer dikin û ya ku ew dikin teror e”.

Musa* dibêje: “Madem dewleta Tirkîyeyê bisilman e çima naçe alîkarîya Filistînê nake. Li van deran sloganan diavêjin, eskerê xwe naşînin!”

Egîd dibêje: “Divê Tirkîye ewil li problemên xwe yên li nav xwe meyzîne paşî li derveyî Tirkîyeyê”

Ew dibêje: “Kesên ku rastîyê dibêjin aniha hemî di zindanan da ne”

Seîd* dibêje: “Li vir mafê mirovan û demokrasî nîne, em rehet nînin. Ew nerazîbûna xwe ya êrişên Tirkîyeyê tîne ziman ku dibêje: “Yên têne bombekirin birayên me ne û heta mirinê em dê destekê bidin wan”

*Navên ku hatine bikaranîn mustehar in. Ji ber ewlîha axêverên roportajê navên mustehar hatine bikaranîn.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Jidayikbûye sala 1995an. Sala 2021an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî derçûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û