Amed Radyo TV dê îro saet 15:00an li Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilatê 30 salîya xwe pîroz bike.
Li gor hejmarên fermî yên RTUKê, Amed Radyo TV tekana televîzyona heremî ye ku li Tirkîyeyê weşana kurdî dike.
Rêvebirê giştî yê Amed Radyo TVyê Ferat Mehmetoğluyî ji bo 30 salîya Amed Radyo TVyê bersiva pirsên Botan Timesê da:

“Ev bû 30 sal ku şîrketa Aktuel Radyo TV ragihandinê dike. 25 pênç sal in ez bixwe karê rojnamevanîyê dikim. Ev 15 sal in ku me navê Amed Radyo Tvyê guherandîye û 7 sa in jî bi awayekî giştî hemû berpirsîyarîyên Amed Radyo TVyê di destên min da ne. Serê saetê em nûçeyên kurdî û tirkî pêşkeş dikin. Di van 30 salên borî da me gelek êş û elem dîtin. Salên 90î qedexe bû ku em muzîkên kurdî biweşînin. Wê demê ji bo stranên kurdî taybet yên Mihemedo ceza li me dibirîn. Him cezayên pereyê dibirîn him carna du carna sê mehan weşanê me didan sekinandin. Bandor û zexta wan li ser me bû. Ji wan deman em hatin vê serdama ku teknolojî êdî gelekî pêş ketîye, lê dîsa jî hêj jî heman tişt berdewam e, em nikarin hinek stranên kurdî biweşînin ji ber ku dewlet wan tiştan wekî propagandaya terorê dihesibîne. Em dê li hember hemû zordarîyan, ji bo zimanê kurdî, muzîka kurdî, nûçe û bernameyên kurdî berdewamê karê xwe bin.”
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.