Amed – Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt

24/09/2024

Li Amedê Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt.

Payîz Pirtûk kitêbfiroş e û ew zêdetir kitêbên kurdî difiroşe. Herwiha Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER jî sazîyeka zimanî ye û li wir zimanê kurdî tê fêrkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Hat zanîn ku gelek xebatkarên MED-DER’ê hatine binçavkirin. Li avahiya MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome. 

Nûçegihanê Rûdawê, Maşallah Dekak bo Rûdawê da zanîn ku gelek mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.

Hevserokê berê yê MED DERê Rifat Ronî, Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzolu, Hevserokê MED-DERê Ramazan Holat Şukran Yakut û Rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç hatin desteserkirin.

Her wiha ji bilî van, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Berîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkis Bîtkîn Cîhat Guneylî, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun û Hebûn Yagmur Mîne Karakaş jî hatin desteserkirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Farqînê qedexeya li ser zimanê kurdî

Weşana paşê

Bikaranîna kurdî wekî zimanê perwerdeyê: Nirxandineke zimanî, perwerdeyî û sosyopolîtîk

Te hay ji vê heye?