Amed – Kitêbçiyan Sahaf dê li Hewş Cafeyê pêşangeha kitêbên kurdî veke

07/08/2024

Kitêbfiroş Lezgîn Kitêbçiyan pêşangeha kitêbên kurdî li Amedê, li Hewş Cafeyê vedike.

Ev cara duyan e Kitêbçiyan pêşangeha kitêbên kurdî li Amedê vedike.

Lezgîn Akan ku zêdetir wekî Lezgin Kitêbçiyan tê nasîn, li Stenbolê gelek caran mezada kitêban jî li dar xistîye û li Amedê jî wî çend caran mezad li dar xistîye.

Pêşangeh dê sê rojan berdewam bike.

Pêşangeh 9-10-11yê Tebaxê, li Hewş Cafeyê dê saet 14:00an dest pê bike û heta 20:00an berdewam be.

Weşana berê

Rojava – Li Dêrezorê êrişî HSDyê kirine

Weşana paşê

Kêzika Sergêj

Te hay ji vê heye?