Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Amed – Ji ber Govendê 5 kes din jî desteser kirine

01/08/2024

Li Pîrana Amedê bi hinceta govend û stranên kurdî 5 kes desteser kirine.

Van demên dawîyê li çendîn cihan vî tiştî rû daye û ew kesên ku govend gêrane hatine desteserkirin û bi hinceta “propagandaya PKK”yê hêzên ewlehîyê operasyonên xwe dike..

Herî dawî polîsan li Colemêrgê bi ser sê dawetan da girtibûn û çend kes desteser kiribûn. Di serdegirtinê da hunermend, kameravan û xwedîyên dawetê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin. 

Li gorî nûçeya Rûdawê, Walîtîya Amedê got ku hêzên wan ji bo desteserkirina 7 kesên ku li gel stranên Kurdî govend gerandîye “operasyonek” kirîye.

Li gorî daxuyanîyê, 5 ji wan hatine desteserkirin û hêzên ewlehîyên yên Tirkîyeyê hewl didin her du kesên din jî bigirin.

Kesên hatin desteserkirin şandine Dozgerîya Komarê ya Amedê.

Wan 5 kesan dê piştî karên îfadewergirtinê bişînin Dadgeha Amedê.

Li hêla din, ev kiryarên Tirkîyeyê yên demên dawîyê rastî bertekên tund ên Kurdan tên.

Wêne: Ajansa Mezopotamyayê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

13ê Nîsanê, li Diyarbekirê konsera Serdar Canan heye!

13ê Nîsanê konsereka Serdar Cananî li Diyarbekirê heye. Serdar Canan dê ligel

Kerem Sevînç dê li Stenbolê bistire

Kerem Sevînç dê 21ê Adarê li Arsen Lupen a Taksimê konserekê bistire.

“Meşa Kîso” ya Selahattin Bulut derketiye

Pirtûka “Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi” ya Selahattin Bulutî derketiye. Selahattîn Bulut