Hevserokên DEM Partîyê yên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun îro mazbataya xwe wergirt.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de berbijêrên DEM Partîyê yên Hevserokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji sedî 64,09ê deng bi dest xistin û bi ser ketin.
Piştî ku mazbataya xwe wergirt ew li Qada Şêx Seîd ligel xelkê civîyan û ber bi şaradarîyê ve meşîyan.

Xelkê di meşa xwe da diruşmên wekî “Jin Jîyan Azadî, Bijî Berxwedana Zîndanan, Bijî Berxwedan Wanê, Amed ya Me ye, Şaredarî ya Me ye, Amed Sizinle Gurur Duyuyor, Direne Direne Kazanacağız, Kayyum Dışarı” berz kirin û ber bi şaredarîyê ve çûn.

Piştî ku xelk gehişte ber derê şaredarîyê, li ber def û daholan govend gêra û tilîlî avêtin.

Di nav girseyê da kesekî cerîfk/melkês/gêzik di destê xwe da girtibû û bilind kiribû ku îşaret bi gotina Doğan Hatun dike. Doğan hatun di bernameya Namzed Diaxivin ya Botan Timesê da, di hevpeyvîna xwe da gotibû “Em ê ber derîyê şaredarîya Amedê bişon”.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.