Li Amedê îşaret û hişyarîyên trafîkê yên kurdî jê birine.
Nayê zanîn ka kê ew îşaretên li ser rêyan jê birine.
Li gorî vîdeo nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê îddîa kirin ku ew yek di bin çavdêrî û parastina polîsan da hatîye kirin, wexta ku ew îşaret û hişyarîyên trafîkê yên kurdî hatine jêbirin kesekî ew yek bi vîdeoyekê qeyd kirîye û di vîdeoyê da tê dîtin ku kesekî bi demance li wê derê ye û erebeyeka Ranger û spî li wê derê bûye.
Di vîdeoyê da tê dîtin, kesê ku ew yek qeyd kirîye bertekê nîşanî wan dide û di pencereya xwe da bangî wan dike û dibêje “hûn çima wan nivîsan jê dibin”, li ser vê yekê li erebeya xwe siwar dibin û diçin.
Li Amedê, li ser rêyan bi kurdî û tirkî hişyarîyên trafîkê hatine nivîsîn ji alîyê Şaredarîya Amedê ve ku rêveberîya wê di destê DEM partîyê daye. Li ser rêyan “Pêşî Peya – Önce Yaya” û “Hêdî – Yavaş” hatibû nivîsîn.
Li gorî nûçeya Rûdawê, li navçeya Rezan a Amedê, li Cadeya Gewranê nivîsa trafîkê ya “Pêşî Peya” û “Hêdî” ji alîyê hinek kes an kesan ve bi boyaxa reş jê hat birin. Dîsa li gorî heman nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Ofîsa Amedê û gelek noqteyên din nivîs hatine jêbirin.
Heta niha sazîyên ewlehîyê û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.