Amed – Bêrîvan Karatorak dê li ser kitêba xwe ‘Strî’yê biaxive

04/09/2024

Rojnameger û nivîskar Bêrîvan Karatorak dê li ser kitêba xwe ‘Strî’yê biaxive.

Strî romana ewil ya Karatorakê ye ku berhema wê ji weşanên Belkîyê çap bûye.

Karatorak, bi moderatorîya Podcastera Botan Timesê Semîha Yıldızê, dê li ser naverok û geşedanên romana xwe biaxive û dê kitêbên xwe îmze bike.

Bername 14yê Îlonê saet 15:00yan li Wêjegeh Amedê dê dest pê bike.

“Roman, behsa jîyana gundîyekî dike ku rojekê bûyereke nepayî lê diqewime û bi wê bûyerê jîyana hemû gundîyan diguhere.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hejmara 168an ya kovara biharê çap bû

Weşana paşê

Xezeba Gezê

Te hay ji vê heye?