Alphabeta ku Google jî yek ji xizmetên wê ye dê 12 hezar karmendên xwe ji kar derbixe

Alphabeta ku Google jî yek ji xizmetên wê ye dê 12 hezar karmendên xwe ji kar derbixe
Alphabeta ku Google jî yek ji xizmetên wê ye dê 12 hezar karmendên xwe ji kar derbixe
Botan Times
  • 20 Ocak 2023 20:13

Piştî şîrketa teknolojiyê ya Microsoftê ku biryar dabû 10 hezar karmendên xwe yên li seranserî cîhanê ji kar derxîne, Alphabet, şîrketa serekî ya Googleyê jî îro (20ê Kanûna Paşiyê) aşkere kiriye ku dê 12 hezar karmendên xwe ji kar derxîne.

Ev tê wê wateyê ku li seranserê cîhanê ji sedî 6ê karmendên ku ji bo Alphabetê dixebitin dê ji kar werin derxistin.

Li gorî nûçeya The New York Timesê ya bianetê berhev kiriye û wergerandiye, ev biryara şîrketa Alphabetê heta niha biryara herî mezin a ji kar derxistinê ye.

Sundar Pichai, rêveberê payebilind ê Alphabet, di nivîsa ku ji karmendan re şandiye de got “şirket di dema pandemiyê de, li ser daxwazên karûbarên dîjîtal, pir zû mezin bûye.”

“Niha jî divê em ji nû ve bala xwe bidin ser teknolojî û berhemên bingehîn yên ji bo paşeroja şîrketê yên weke bîra çêkirî.”

Biryara ji kar derxistinê ya şîrketa Alphabetê dê bandorê li ser ji sedî 6ê xebatkarên wê yên li seranserê cîhanê bike. Ev biryara şîrketê heta niha biryara herî mezin a ji kar derxistinê ye.

Şîrketa teknolojiyê ya Amerîkî Microsoftê jî di 18ê Kanûna Paşiyê de ragihandibû ku ew ê heta dawiya çaryeka sêyemîn a sala 2023an 10 hezar karmendan ji kar derxîne.