Di sala 2022yan da ji Tirkîyeyê herî zêde kurdan daxwaza penaberiyê ji Almanyayê kirine.
Rêjeya kurdên ku ji bo penaberîyê serî li Almanyayê dane ji sedî 80ê derbas kiriye.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê (DW) rêjeya qebûlkirina daxwazên penaberiyê a kurdan daketiye ji sedî 4,8an. Rayedarên Almanyayê di salên dawî da daxwaza kurdan a penaberîyê red dike.
Li gorî agahiyên ku Saziya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) dane DW Turçeyê:
Di sala 2021an da ji 7 hezar û 67 welatîyên Tirkîyeyê ku ji Almanyayê daxwaza penaberîyê kirine 3 hezar û 878 Kurd in.
Di sala 2022yan da ji 23 hezar kesên ji Tirkîyeyê daxwaza penaberîyê kirine 19 hezar û 500an jî ji sedî 81 zêdetir Kurd bûn.
Di heyama Çile-Tîrmeha 2023yan da zêdetirî 23 hezar kesan daxwaza penaberîyê kirine û ji wan 19 hezar û 220 kesan ji rayedarên Almanyayê re ragihandine ku ew kurd in.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.