Alimek û Bîranînek

Alimek û Bîranînek
Alimek û Bîranînek
Serdar Şengül
  • 13 Mayıs 2023 11:51

Xebatên li ser “saziyên dînî” yên li “rojhilata navîn” heta nîveka sedsala bîstan di bin tesîra oryantalîzmê de bûn. Medrese, terîqet, şêx û mela wekî sazî û kesên mirî dihatin dîtin ku rol û wateya wan di seranserê dîrokê de û di cografyayên cihê de sabît mabûn. Lê ji 1960an şûn de hin mirovnas (antropolog) vê rêbaza oryantalîst rexne kirin û bal kişandin ser zindîbûna wan kes û saziyan. Ew di nav jiyanê de bûn, rol û tesîra wan jî li gor zeman û mekanê diguherîn. Bi ser de jî ew kes û sazî ji hevdu îzole nebûn, têkiliyên piralî di nav wan de û bi saziyên din re hebûn. Di destpêka salên 2000an de nîqaşên li ser rola dîn û saziyên dînî yên civaka kurdan geş bûbûn. Min jî xwest li ser medreseyên kurdan û rola wan bi rêbazên antropolojîk bixebitim; bi vê armancê min dest bi doktorayê kir. Di vê nivîsê de jî dixwazim bîranîneke ji wê dema xebatê bi we re parve bikim.     

Di sala 2007an de çend melayên li Amedê xwestin derkevin gera medreseyan. Rihle ango seyahet di nav aliman de adet bû. Bi vî awayî hem bêhtir diketin nav têkiliyên însanî hem jî hin sînoran derbas dikirin. Gazî min jî kirin da ku feydeyê ji bo xebatên xwe bibînim. Wê havînê ji Êlihê heta Erzirom û Agiriyê me gelek cihan ziyaret kir; bûn mêvanê gelek mele, şêx û feqiyan. Yek ji wan medreseyên ku me ziyaret kir giredayê Şêxanê bû û di du sed salên dawî de gelek nav û deng dabû.

Em çûn. Li ber derî xortekî pêşwaziya me kir. Em ketin hewşeke mezin ku tê de gelek darûber hebûn. Xortên din yên ku em dîtin bi lezûbez çûn aliyê dîwana şêx da ku xebera hatina me bidinê. Em jî ber bi diwanê ve meşiyan. Çend kes li ber eywana dîwanê rûniştibûn. Yek ji wan, paşê ez hîn bûm, muderrîsê medreseyê Mele Ehmed bû. Cibbeyeke lacîwerd li xwe kiribû, şaşikeke spî li serê wî bû, dersa feqiyan dida. Gava ji dûr ve em dîtin hêdî hêdî pişta xwe rast kir, hewl da ku rabe ser piya û xêrhatina me bike. Bi rûyekî ken li me nihêrî lê pişt re sekinî, berçavkên xwe yên gilover yên xwendinê bi tiliyên xwe da ser pozê xwe û cardin li me niherî.   

Mele Ehmed mat mabû. Bi dengekî şikestî ji yek ji melayan pirsî:

Wa Mele Xelîl tu yî?

Em li ber eywanê li ser piya mabûn. Mele Xelîl bi dengekî sar û şikestî bersiv da:       

Belê, ez im.

Bi min wisa dihat ku rihê Mele Ehmed ji laşê wî derketibû û di alemeke din de bi rihê Mele Xelîl re ketibû nav diyalogeke işraqî ku maneya wê, tenê ji bo her duyan ‘eyan bû. Mele Ehmed qederekê wisa ma û vê carê bi rûyekî ken ji Mele Xelîl pirsî:

Tu li van deran î ha?

Mele Xelîl tenê got:

Belê.

Paşê, mîna ku Mele Ehmed dîsa vegeriyabe nav me, bi dilgermî em dawet kirin ser eywanê. Me jî silav da wan û em rûniştin. Piştî demeke kurt, Şêxê ku haya wî ji hatina me çêbibû, bi gavên giran hat ber eywanê. Gava Şêx hat her kes rabû ser piyan. Şêx jî bi hurmet xêrhatina mevânên xwe kir, tenê lehzeyek li Mele Xelîl nihêrî, mehd û mirûzê wî xira bû lê tiştek negot.

Dû re, Şêx bi destê xwe mevanan dawet kir hundirê dîwanê. Em jî derbas bûn, bi awayê nîvdaîreyî û çarmêrkî li ser xaliçeyê rûniştin. Paşê, cemaetê ez bi Şêx dam nasîn; wekî akademîsyenekî li ser medreseyên kurdan dixebite. Şêx bi hatina ewqas “melayên giregir” û akademisyenekî gelek kêfxweş bû. Min pirsên xwe jê kir; Şêx pêşî behsa perwerdehiya medreseyê kir û paşê jî behs kir ka medrese di nav xelkê de roleke çawa dilîze. Pişt re sekinî û got: “Lê divê siyaset tev li medreseyê nebe û nekeve nav medreseyê.” Bi tiliyên xwe Mele Xelîl nîşan da û got: “Feqiyê herî zîrek ê medreseyan bû. Lê pişt re tev li siyasetê bû.”

Atmosfera diwanê guherî. Her kes li Mele Xelîl nihêrî. Mele Xelîl jî behnekê kişand nav xwe û ji Şêx re got: “Çil sal berê, li van deran li ber tivingê leşkerê Romiyan kesê herî li pêş ez bûm.” Şêx ji ber wê bersivê aciz bû û got: “Îro jî ez im.” Mele Xelîl tenê bersivekî kurt da: “Ez îroyê nizanim.” Ji ber ku Mele Xelîl ew tesdiq nekir, li erza Şêx piçek ket, qedereke din sekinî û got: “Lê binêr, tu li vir î, disa vegeriyayî medreseyê.” Li ser wê yekê, Mele Ehmedê muderrîsê medreseyê hêdî hêdî xwe rast kir, li Şêx nihêrî û got: “Na Şêxê min, ew çil sal berê li ku bû îro jî li heman cihî ye. Lê em hêdî hêdî ber bi aliyê wî ve diçin.”

Mele Ehmed digel ku muderrîsê medreseya Şêx bû jî, nehîşt ku Şêx heqaret li Mele Xelîl bike û wî biçûk bixe. Şêx bêdeng ma. Belkî nexwest di nav ewqas meleyan de bi muderrîsê xwe re bikeve nîqaşê, bi destên xwe îşaret kir ku civîn bi dawî bûye û rabû. Em jî li pey wî rabûn û ji dîwanê derketin. Li ber eywanê Şêx ji cemaetê xatir xwest û derket çû. Li eywanê em li ser piya man. Mele Xelîl ji me veqetiya, bi têna serê xwe çû nav hewşê. Ez jî çûm ba meleyekî din, Mele Birahîm da ku diyalogên hundir ji min re rave bike. Mele Birahîm got:

“Binêr, li vî welatî kî bi kul û derdên gel re eleqedar bibe û li hember zilm û tehdaya li ser gel derkeve navê wî dikin “komunîst” û “bolicî”. Gava dewlet vê propagandayê bike gel zêde guh nade lê gava ku hin şêx û mela piştgirî bidin vê propagandayê tesîr li gel dike. Mele Xelîl jî wekî piraniya feqiyan ji malbatekê feqîr dihat û derdê gel baş dizanibû. Xîreta wî vê neheqiyê qebûl nedikir. Piştî ku îcazet wergirt çû gundan û dest bi meletiyê kir. Lê li cihên ku mele bû li hemberî zilma dewlet, axa û şêxan derket. Gelek zilm û tehdayê dît. Nehîştin li warekî sitar bibe û meletî bike. Te dît, Mele Ehmed jî wekî Mele Xelîl e. Ji malbatekê feqîr tê, bi zikatên xelkê bûye mele. Bûye muderrîsê Şêx. Çi bike? Ne mal û milkê wî heye ne jî erdê wî. Tenê ‘ilmê wî heye, wê jî da kirê. Lê merivekî hêja ye û xwedan xîret e. Di nav cemaeta Şêx de nehîşt Şêx heqaret li hevalê wî bike. Ew cûretek e. Şex got Mele Xelîl tev li siyasetê bûye. Ew bi xwe jî di nav siyasetê de ye lê helbet siyaseta wî cuda ye. (Bi tinazî got) Siyaseta wan ‘ilmê wan xera neke lê siyaseta Mele Xelîl ‘ilmê wî xira dike herhal(!).”

Pişt re ez çûm ba Mele Xelîl. Da ku bêhna wî piçek fireh bikim min jê re got: “Tu jî tev li siyasetê nebûya(!)”. Li min nihêrî û got:

“Tu dibînî? Ew jî, bavên wan jî ‘ilmê ji melayan hîn bûne, zarokên wan li ber destên me dixwînin û ew jî radibin dewa ‘ilm û îrfanê li me dikin. Hawara Xwedê!… Mele Mihemmedê Zivingiyê Şîkaka hebû, li Eruhê, şêst sal, di şikeftê de ders da feqiyan. Ne bû mûrîdê şêxan ne jî merivê dewletê. Zikata xelkê jî top nedikir. Dara kizwanê diçand û dibir bazarê da ku bifroşe û debara medreseya xwe derxe. Ji ber ku cibbeyê jî li xwe nedikir xelkê nizanibû ku ew seyda ye. Li bazarê gava ku wexta firotinê de pevçûnek derdiket ji ber ku nizanibû şer jî bike xelkê lêdixist. Dibêjin rokî şaşikê xwe ji serê xwe rakiriye û serê xwe nîşan daye, serê wî di bîst ciyan de şikestî bûye. Hemû feqiyên wî welatperwer bûn. Serdar, belkî taqeta min têrê nekir û min bi wan nekir lê min destê xwe jî neda wan. Min zikatê wê xelkê belangaz xwar û îxanet li wan nekir. Ne pişta mêraniya xwe da erdê, ne jî ya şerefa ‘ilmê xwe.”

Li gor min, tiştê ku wê rojê qewimî, heta radeyekî, şahidiya tradejiya kurdan a du sed salên dawî dike. Piştî ruxandina mîrektiyan a di sedsala 19an de, kurdan desthilatiya siyasî ya li ser axa xwe wenda kir. Dewlet bi saziyên xwe yên nû hikmê xwe li ser axa zeptkirî ava kir. Hemû têkiliyên milkiyeta li ser axê, model û têkiliyên hilberînê ji binî ve guherîn. Helbet di vê çarçoveya nû de têkiliyên di nav aktorên ‘ilmî, îrfanî, îqtîsadî û siyasî jî guherîn. Statu û wateya ‘ilm û îrfanê û rola wan jî di wê serdemê de guherî û bi kiraseke cuda ket nav jiyana gel.

Mele Xelîl jî mînakeke van guherînên demdirêj bû; lê mixabin pir zû ji nav me bar kir. Ji ber zehmetiyên ku kişand bedena wî pir nexweş ketibû. Lê jiyana wî û ya kesên wek wî ji bo xebatên li ser têkiliya ‘ilm, dîn, neteweperwerî û tevgerên civakî perspektifên nû dide me. Rihê wî şad be.

Nîşe: Wêne ji malpera Bitlisnameyê hatiye girtin.

Xwendina dawî: Kübra Sağır