Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Alî Dogan Gonultaş wê li Brîtanya, Almanya û Swîsreyê konseran bide

14/10/2024
SS, Botan Times ji klîba Alî Dogan Gonultaşî

Gonultaş ev demeke li çendîn bajarên Ewropayê konseran li dar dixe.

Alî Dogan Gonultaş wê di meha Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) û Çiriya Paşiyê (Mijdar) de li çendîn bajarên Brîtanya, Almanya û Swîsreyê konseran bide. 

Gonultaş wê di 23yê vê mehê de li Londonê, paytexta Ingilistanê li Arcola Theatre, di 25ê wê de jî wê li bajarê Mahchesterê yê heman welatî konseran bide. Konsere duyem a Gonultaşî ya li vî welatî wê li WOMEXê be. 

Hunermed wê di 1, 2 û 3yê meha Çiriya Paşiyê de jî li çendîn bajarên Almanyayê konseran bide. Konsera yekem a Gonultaşî li Almanyayê wê di 1ê mehê de li Plausenê li Malzhaushe, ya duyem di 2yê mehê de li Leipzigê, li Cafe Terrayê û ya sêyem jî wê di 3yê mehê de li Berlînê, li Jockel Event Hallê be. 

Rêzekonserên Gonultaşî yên vê serdemê wê di 8ê mehê de li Basela Swîsreyê bi dawî bibin. Konser wê li salona TBAyê pêk bê.

Ji bo zanyariyên zêdetir, bitikîne

Alî Dogan Gonultaş

Wî bi koma Ze Tijê re karê xwe yê muzîkê dikir. Paşê bi tena serê xwe ev kar berdewam kiriye. Di vê demê de bi navê “xo bi xo” konser didan ku di van konseran de bêhtir performanseke akûstîk nîşan dida. Wî Nîsana 2022yan de albûma xwe ya yekem a solo bi navê “Kigî” derxistiye. Tevî Saîdê Goyî çendîn stran strane. Her weha di sala 2024an de albûmeke di a bi navê “Keyeyî” derxistiye. 


Nûçe: Ferîd Demîrel

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

13ê Nîsanê, li Diyarbekirê konsera Serdar Canan heye!

13ê Nîsanê konsereka Serdar Cananî li Diyarbekirê heye. Serdar Canan dê ligel

Kerem Sevînç dê li Stenbolê bistire

Kerem Sevînç dê 21ê Adarê li Arsen Lupen a Taksimê konserekê bistire.

“Meşa Kîso” ya Selahattin Bulut derketiye

Pirtûka “Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi” ya Selahattin Bulutî derketiye. Selahattîn Bulut