ALF: Ji Rêberên Muxalefetê Herî Zêde Kiliçdaroglu Tê Ecibandin

10/12/2022

Şîrketa şêwirmendî û lêkolînê ALF îro Şemîya encama anketa xwe ya ser rêberên muxalefeta Tirkîyê weşand.

ALF da zanîn ku xebatkarên wan ji 5 heta 8ê Berfabarê li 26 bajarên Tirkîyê ji 2160 kesan pirsîne ka ew ji rêberên muxalefetê yên 2022yan herî zêde kê diecibînin.

Li gor anketa ALF, %29,7 beşdarên anketê dane zanîn ku ew heyranê Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ne.

Seroka Îyî Partî Meral Akşener bi rêjeya %21,5 li dû Kiliçdaroglu tê.

Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi rêjeya %7,8 di rêza 3yan de ne.

Hêjayî balkişandinê ye %11,4 beşdaran dîyar kirine ku ew ti rêberên muxalefetê naecibînin.

Di halê hazir de, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li Tirkîyê îqtidar e û li meclîsa bi 600 kursî, ya CHPê 134, ya HDPê 57 û ya Îyî Partî jî 37 kursîyên wê hene.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Erdogan: YPGê Dijî DAIŞê Ti Têkoşîn Nekiriye

Weşana paşê

CHP: Emê li Dîyarbekir Parlamanteran Derxin