Aleksander Lavrentyev: Em êrişên Tirkîyeyê qebûl nakin

13/11/2024

Nûnerê taybet ê serokê Federasyona Rûsyayê Aleksander Lavrentyev di hevpeyvîneka xwe ya ligel Rûdawê behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê dike û li ser êrişên îhtîmal ên Tirkîyeyeyê axivîye.

Herwiha ew behsa têkilîyên Rûsya û Rêveberîya xweser jî dike ku di berdewamîya axaftina xwe da dibêje ji ber Amerîkayê dîyalog bi pêş nakevin.

Lavrentyev li ser polîtîkayên Rûsyayê yên derbarê Rojavayê Kurdistanê da diaxive û gotîye Rûsya qebûl nake ku Tirkiye êrişî Rêveberîya Xweser bike û dê encamên tevgereke wiha negatîv bin.

Di hevpeyvînê da pirseka wiha jî ji wî hatîye kirin: Serokê Tirkiyeyê Erdogan beriya destpêkirina hevdîtinên we yên li Astanayê bi rojekê ragihand ku ew dê ji bo sazkirina herêmeke tampon a bi kûrahiya 30-40 kîlometreyî li seranserê sînorên Tirkiye û Sûriyeyê van rojan dest bi operasyona leşkerî bikin. Hûn wekî aliyê Rûsyayê, vê hewldana Tirkiyeyê çawa dibînin û gelo li vir, we li gel şandeya Tirkiyeyê ev mijar gotûbej kir?

Ew di berdewamîya axaftina xwe da wiha dibêje: Em hêvî dikin ku aliyê Tirkiyeyê xwe ji avêtina pêngavên wiha dûr bigire. Lewre, gavên wiha bi rastî jî dikarin encamên negatîv rasterast li ser rewşa Sûriyeyê bi xwe derxin. Gavên wiha dikarin, ne ku dikarin, ew dê bandoreke rûxîner bi xwe re bînin.

Ji bo agahîyên zêdetir derbarê hevpeyvînê da bitikîne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

50 hezar û 293 zarok li kolanan parsekîyê/xazxazokîyê dikin – BBC Tirkî

Weşana paşê

Weşanên Dozê çar kitêbên nû çap kirin

Te hay ji vê heye?