Albûma Saîdê Goyî ya bi navê Jinê di nava lîsteya Transglobal World Musicê ya meha Tîrmehê da cih girtiye.
Li gor nûçeya Ferît Demîrelî ya ji Bîanet Kurdîyê, Transglobal World Music Chart (TWMC) her meh lîsteya albûmên cîhanê diweşîne. Di lîsteyê de 40 albûm hene.
Albûma Saîdê Goyî jî di rêza 12yan da ye û ev jî tê wê wateyê ku ev albûm li cîhanê bi kemanî di 60 radyoyan de stranên albûmê hatine weşandin.
Saîdê Goyî di meha Hezîranê da albûma xwe weşandiye. Di albûmê de 6 stran hene. Du stran yên Goyîyî bi xwe ne, yên din stranên gelêrî ne.
Transglobal World Music Chart (TWMC) beriya niha albûma Alî Dogan Gonultaşî ya bi navê “Kîğı” di meha Tîrmeha 2022yan de xistibû lîsteyê. Ev albûm heta meha Sibata 2023yan her di lîsteyê de mabû.
Saîdê Goyî kî ye?
Saîdê Goyî dengbêjekî navdar e û ji Robozika herêma Botanê ye û bi salan e bi muzîkê ve mijûl e.
Wî sala 2022yan jî bi navê Stranên Dilê Min albûmek derxistibû. Di albûmê de 4 stranên ku gotin û muzîkên wê Goyiyî bi xwe amade kiribûn hebûn.
Alî Dogan Gonultaşî di vê albûme de jî aranjorî kiribû.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.