Dema ez mezin bûm, ez çûm pola sêyemîn a dibistana seretayî, mamoste got ku em îro qala Amedê dikin, ji bo min ne tiştek nû bû ku mamoste got em behsa Amedê dikin, ji ber ku bavê min berê behsa wê kiribû û min Amed nas dikir. Ji ber vê yekê min sond xwar ku ez mezin bibim biçim Amedê, ji bo min Amed hembêza dayikê ye.
Alan Kurdistanî
Rojnameger Alan Kurdistanî bi salan e ji ber kar û barê xwe û herwiha ji bo geştiyariyê ji Başûr ber bi Bakur ve tê. Ji zarokatiya xwe ve hezkirineka wî ya mezin ji bo bajarê Amedê çêbûye.
Di vê kurte-hevpeyvînê de me bi rojnameger Alan Kurdistanî re derbarê çûyin û hatinên wî yên bajarê Amedê, ferq û cudahiyên di navbera Hewlêr û Amedê de û gelek mijarên din axivîn.
Destpêkê de dixwazim tu hinek behsa xwe bikî; Alan Kurdistanî kî ye?
Navê min Alan Kurdistanî ye, min li zanîngeha Polîteknîkî ya Duhokê beşa Rêveberiya Karsaziyê qedandiye. Di heman demê de min rojnamevanî qedandiye û niha di rojnameya Xebat Ziman Halê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de kar dikim. Di heman demê de ez kadroyê liqê 20 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) me, di beşa rêxistinên girseyî û pîşeyî de û berpirsê sîstema elektronî ya rêxistinên girseyî li liqa 20 ya PDKê me.
DEMA EZ ZAROK BÛM BAVÊ MIN BEHSA KURDISTANA MEZIN DIKIR
Tu cara ewil kengê hatî Amedê û sedema ku te berê xwe dabû Amedê çi bû?
Dema em zarok bûn bavê min her şev ji me re behsa welatê kurdan û navên bajarên kurdan ên Kurdistana mezin dikir.Tê bîra min şevekê baran dibariya û dinya pir sar bû, wê demê rejîma Sedam dorpêç xistibû ser Kurdistanê û 6 salan elektrîk li tevahiya Başûrê Kurdistanê qut kiribû. Di wê şeva sar de, em li ber fanos û luks ku ji ber qutkirina elektrîkê ji aliyê dîktator Sedam ve ji bo ronahiyê li Kurdistana Başûr dihatin bikaranîn. Bavê min got îşev ji we re behsa Amedê dikim, em gelek matmayî man bi navê Amedê. Ji wê demê ez evîndarê Amedê bûm çimkî Amed bajarekî dîrokî û şoreşgêrî ye. Dema ez mezin bûm, ez çûm pola sêyemîn a dibistana seretayî, mamoste got ku em ê îro qala Amedê bikin, ji bo min ne tiştek nû bû ku mamoste got em ê behsa Amedê bikin, ji ber ku bavê min berê behsa wê kiribû û min Amed nas dikir. Ji ber vê yekê min sond xwar ku ez mezin bibim biçim Amedê, ji bo min Amed hembêza dayikê ye. Rojekê qaymeqamê Şêxanê (Şêx Serdar Şêx Yehya) telefonî min kir û got dibe tu û komek rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji bo Fuara Çandiniyê biçin Amedê. Dema qaymeqam ji min re got, ez ji ber dilxweşiyê giriyam û min got daxwaza min pêk hat, ew bû di sala 2012an de ji bo yekem car ez hatim Amedê, çûm wan cihên ku bavê min ji min re gotibû. Evîna min a Amedê ji evînek îlahî ye.
XELKÊ AMEDÊ BI GIŞTÊ MÊWANPERWER IN
Qasî ku dizanim tu pir caran têyî Amedê; ji bo bajarê Amedê, di xelkên Amedê de çi cudahiyê dibînî eger hatina xwe ya ewil û ya dawiyê bidî ber hev?
Amed bajarekî dîrokî ye ku tijî jiyan e, di demek kin de gelek guherî, ji ber vê yekê hûn nikanin li cudahiyên di navbera yekem û ya dawîn de binihêrin ji ber ku bajar li seranserî cîhanê roj bi roj diguherin. Bi heman awayî ez di warê cudahiya xelkê de li Amedê tiştekî nû nabînim, ji ber ku xelkê Amedê bi giştî mêvanperwer in, tiştê ku min dilşad dike ev e ku gelek xort û keçên kurd ji bo xizmeta kurd û Kurdistanê komeleyên kurdî vekirine.
Di heman demê de tiştê ku min aciz dike ew e ku %93 xelkê Amadê bi kurdî nizanin.
JI BO MIN EVÎNA BAJARÊN KURDISTANÊ YEK IN
Dema tu ji Hewlêrê tê Amedê xwe xerîb hîs dikî?
Nexêr, dema ez serdana Bakurê Kurdistanê û Amedê dikim, min tu carî xwe xerîb nedîtiye, ji bo min evîna bajarên Kurdistanê yek in, ji ber ku hemû Kurdistan in, Hewlêr û Amed ji bo min dil in.
BERWARIDKIRINA DU BAJARÊN KURDISTANÊ: HEWLÊR Û AMED
Bi çavê rojnamegerekî Kurd tu dikarî Hewlêra paytext û Ameda paytext ji aliyê civakî ve bidî ber hev?
Amed û Hewlêr:
Amed û Hewlêr 2 bajarên mezin ên kurdan in û şert û mercên siyasî yên bajaran jiyana civakî ya her du bajaran jî ji hevdû cuda kiriye.
Amed di bin bandora polîtîkayên dewletê yên demdirêj, koçberiyên bi darê zorê û têkoşînên siyasî yên tevgera siyasî ya Kurd de ava bûye. Bajar di pêvajoya avakirina netew-dewletê ya Tirkiyeyê de bi polîtîkayên asîmîlasyon û ewlekariyê re rû bi rû ma û di bîra civakî de şopên kûr hiştin. Dema ku strukturên malbatê bi gelemperî ji modela malbata berfireh ber bi malbata parçebûyî ve diçin, tê dîtin ku hişmendiya siyasî xurt e, nemaze di nav ciwanan de. Bajar bi çanda xwe ya tevgera civakî û protestoyê derdikeve pêş.
Ji aliyê din ve, Hewlêr xwediyê pêkhateyeke civakî û êdî bûye megapol û bajarekî navneteweyî li Rojhilata Navîn û paytexta siyasî ya Herêma Kurdistanê ye. Pêşketina aborî û pêlên koçberiyê girseya civakî ya bajêr cihêreng kiriye. Her çend strukturên eşîrî yên kevneşopî hîn bibandor in jî, ew bi bajarîbûn û takekesîbûnê ve hatine girêdan. Li Hewlêrê hesta alîkariyê di jiyana civakî de xurt e.
Amed dînamîzma xwe ya civakî bi azadiyên takekesî û têkoşîna siyasî diparêze, li Hewlêrê bandora hêza aborî û pêkhateya kevneşopî ya ku têkiliyên civakî diyar dike berdewam e.
Dema ku her du bajar ji hêla raboriyên xwe ve bên berawirdkirin, ew rêberû veguherînên civakî yên çarçoveyên cografyaya siyasî yên taybet in bi rabirdûya Iraq û Tirkiyeyê.
Hevpeyvîn bi tevahî ji fikr û ramanên rojnameger pêk tê. Berpirsiyarî ne ya UKê ye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.