Akşener: Wê Hin Deng ji HDPê Herin CHPê

Akşener: Wê Hin Deng ji HDPê Herin CHPê
Akşener: Wê Hin Deng ji HDPê Herin CHPê
Botan Times
  • 3 Aralık 2022 12:02

Seroka Partîya Îyî Meral Akşener dîyar kir ku di hilbijartinên giştî yên Tirkîyê de wê hinek deng ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) derbazî Partîya Komarî ya Gel (CHP) bibin.

Akşener di bernameyeke Harberturkê de da zanîn ku ew vê tespîta xwe wek akademîsyen û sîyasetvanekê dibêje.

Wê got ku hilbijêrên HDPê sekuler in û ewê hin ji wan li ser vê sekulerbûnê dengên xwe bidin CHPê.

HDP partîyeke pro-Kurd tê qebûlkirin û CHP jî li meclîsa Tirkîyê muxalefeta serekî ye.

Di meclîsa bi 600 kursî de, ya Partîya Îyî 37, ya HDPê 57 û ya CHPê jî 134 kursîyên wê hene.

Hêjayî bîrxistinê ye, HDP di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de li Stenbolê bo serketina Ekrem Îmamoglu xebitîbû.