Botan Times | 13/04/2025
Dr. Mehmet Mashuq Kurt ê ji Zanîngeha Royal Holloway ya Londonê dê li ser dekolonîzekirina lêkolînên Kurdî di semînerekê de li Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn ya UC Berkeleyê biaxive.
Ev çalakî dê roja 22ê Nîsanê li avahîya 340 Stephens Hall bi piştevanîya Othering and Belonging Institute û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn çêbibe.
Naveroka semînerê
Di vê semînerê de dê tevgera dekolonîzekirina lêkolînên Kurdî bê nîqaşkirin. Pirsgirêk û derfetên vê tevgerê di qada akademîk de dê bên nirxandin. Têgeha “mêtingerîya/kolonîkarîya hêzê” dê di nîqaşê de cihekê sereke bigire ku çarçoveyek bo têgihîştina zilma li ser Kurdan di nav domdarîya serdestîya kolonyal a li Rojhilata Navîn de pêşkêş dike.
Kurt dê li ser wendakirina dîrokê û derece duyemkirina akademîk bisekine. Ew dê ronahîyê bide têkoşîna ji bo naskirina Kurdan ne tenê di nav lêkolînên Tirkî, Erebî, Îranî û Rojhilata Navîn de, lê her holê di akademîya Euro-Amerîkî de jî.
Derbarê Mehmet Mashuq Kurt de
Mehmet Mashuq Kurt sala 1982yê li Mêrdînê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Bîngolê, Zanîngeha Queen Mary ya Londonê, Dibistana Aborî û Sîyasetê ya Londonê (LSE), Zanîngeha Manchesterê û Zanîngeha Yaleê kar kiriye.
Pirtûka wî ya bi navê Hizbullaha Turkîyeyê (Pluto, 2017) wergerîya Îngilîzî û li gelek kovarên navneteweyî yên akademîk wek Current Anthropology, Social Research: An International Quarterly, Journal of Middle East Women’s Studies, Contemporary Islam, HAU: Journal of Ethnographic Theory, South Atlantic Quarterly de gelek gotar weşandine. Hinek ji gotarên wî wergerîyane Tirkî û Kurdî jî.
Ji bilî karîyera xwe ya akademîk, Kurt xwedîyê belgefîlmeka bi navê “Heft Derî” (The Seven Doors) e ku Xelata Jean Rouch a Komeleya Antropologên Amerîkî standiye.
Kurt niho li Beşa Hiqûq û Krîmînolojîyê ya Zanîngeha Royal Holloway ya Londonê wek mamosteyê payebilind kar dike.
Armanca lêkolînê
Di semînerê de, girîngîya metodên dekolonyal di ji nû ve şekilkirina lêkolîna Kurd û Kurdistanê de dê bê destnîşankirin. Kurt dê li ser pêwîstîya xurtkirina dengên ji meydanê, di nav de rewşenbîr, çalakvan û sîyasetmedarên Kurd jî bisekine.
Bi rêya rexneya hişyar û têkilîya bi dîtinên cida re, ev semîner dê gazî ji nû ve hizirîna lêkolînên Kurdî bike, bi taybet dekolonîzasyona zanînê ku ezmûn û çalakîyên civakên Kurdî dike navend.
Botan Times
Çavkanî: Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.