RÊDÛR DÎJLE*

MA

*Rêdûr Dîjle li gundê Dêrîşê Stewra Mêrdînê ji dayik bûye. Li Bismila Amedê mezin bûye. Ji dibistana seretayî heya lîseyê, li Bismilê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Áboriyê xelas kiriye. Bi navê»Eşefa Temeneki» û «Kesek» du pirtûkên wî yên helbesta çap bûne. Ji xeynî vê karê wergerê dike. Nêzî 6 sal in rojnamevaniyê dike. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) û dihaberê xebitîye û niha jî li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) dixebite.

Ji serdema ewil bigire heya niha zanyarî, agahî û malûmat ji bo mirovan eynî wekî nan û avê bivê nevê ye. Mirovan her tim meraq kiriye. Dane dû vê meraq û tatêla xwe. Xwestine geşedan û qewimînên li derdorê diqewimin hîn bibin. Xwestine li gor van qewimînan pozisyona xwe diyar bikin û tevbigerin. Lewra mirov bi rihetî dikare bibêje ku dîroka ragihandinê ji roja ku wate li jiyanê hatiye barkirin, ji roja ku mirovan wateyek li xwezayê bar kiriye, pêwendî bi xwezayê re daniye û bi xwezayê re ketine nava danûstendinekê dest pê kiriye.

 Bi awayekî dîtir, dîroka ragihandinê bûyer û diyardeyeke bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Yanî di her çaxî de qîmet dane ragihandinê. Wekî pêdiviyeke jiyanî ya sereke esas girtine. Ji ber vê pêdiviyê lewma her çûye di warê amûr û alavên ragihandinê de jî qewimîn û pêşketinên mezin çêbûne û hîn jî çêdibin; êgir, resmên li ser dîwarên şikeftan, kew, peyk, telgiraf, telefon, radyo, televizyon, rojname, ajansên nûçeyan heya bi medyaya sosyal…

Qewimînên di warê ragihandinê de yên merhale bi merhale pêş ketine û dikevin, tu bikî nekî bandorê li kodên sebrê û tamûlkirinê yên mirovan jî dikin. Lewra mirov êdî tamûl û sebr nakin ku bûyerên diqewimin “sibê” an “dusibe” an jî çend saet şûnde hîn bibin, dixwazin kêlî bi kêlî hay ji wan çêbibin. Lewma di vê cîhana global de bi qasî pêşketina alav û amûrên ragihandinê, dem û awayê ragihandina nûçeyan jî girîng e. Çendî ku rojname, televizyon û radyo sûdê ji van geşedanên teknolojiyê bigirin jî lê belê, ji ber ku derfet

û îmkanên wan tune ne xwe bigihînin hemû qewimîn û malûmatan, serî li sazî û dezgehên din ên ragihandinê didin. Ev sazî û dezgeh jî çavkaniyên nûçewergirtinê ne. Yanî ajansên nûçeyan e ku awayê wan ê xebatê ji yê rojname, televizyon û radyoyan hinekî cudatir e.

AJANSA NÛÇEYAN

Cîhana em lê ne, cîhaneke global e. Ev globalbûyîn jî her diçe zêdetir dibe. Bi vê re her diçe teknolojî qewîtir dibe. Bi pêşketina teknolojiyê re navgînên ragihandinê jî pêş dikevin. Ev pêşketin di warê dem, awayê ragihandinê hwd. de girîngîyeke din li ragihandina nûçeyan bar dike. Di vir de girîngiya ajansên nûçeyan bêtir derdikeve pêş. Ji lewra îro tu saziyeke ragihandinê nikare hemû qewimînên li seranserê cîhanê diqewimin bişopîne û nûçegihanên xwe bişîne her derî. Îjar ji bo ji ragihandina van qewimînan bêpar nemînin, serî li ajansên nûçeyan didin ku ev sazî û dezgeh li gor sazî û dezgehên din ên ragihandinê xwedî rêxistinbûyîneke cihê ne.

Ajansên nûçeyan ên di warê belavkirin û ragihandina nûçeyan de xwedî rol û risteke girîng in û îro roj her diçe hejmara wan zêde dibe, ewilî gava dest bi kar û barê xwe kirine tenê bi awayekî nivîskî nûçe çêkirine. Lê belê îro roj bi pêşketina teknolojiyê re nûçeyên xwe bi wêne, dîmen, grafîk û kategoriyên nûçeyan qewîtir dikin û bi formateke nû serwîs dikin.

PÊNASEYA AJANSA NÛÇEYAN

Heya niha derbarê ajansên nûçeyan de gelek pênase hatine kirin. Yanî mirov nikare behsa pênaseyeke mutabiq bike. Lê belê ji bo meriv karibe ajansên nûçeyan pênase bike, a baş mirov li armanc û hedefên wan binêre û li gor van armanc û hedefan pênaseyekê deyne. Lewra bi pêşketina teknolojiyê re û nexasim jî piştî medyaya sosyal bû perçeyek ji jiyana mirovî, pênaseyên heyî hinekî berteng mane. 

Nivîskarê amerîkî John Hohenberg ku ji bo ajansên nûçeyan dibêje “nûçegihanên anonim ên serdema me” pênaseyeke bi vî rengî dike: “Ajansa nûçeyan saziyeke ku ji borojname, radyo, televîyon, kovar û navgînên girseyî yên ragihandinê nûçeyan peyda dike.”C. F. Başkut bi vî awayî pênase dike: “Ajans, ew sazî ye ku nûçeyên xwe bi awayekî objektîf berhev dike û bi şertê ku ji rastiya wê bawer e bi awayekî herî zû digihîne rojnameyan.” A. R. Bulbul bi vî awayî pênase dike: “Ajansa nûçeyan, li ser asasê bêalîbûn, rastî lezgîniyê bi rê û rêbazên cuda agahiyên bi dest xistine radigihîne aboneyên xwe.” Bi kurt û kurmancî gelek kes pênaseyek bi vî rengî dike: “Hildiberîne, saz dike û dide ber bazariyê, serwîs dike.” 

Dîrokçeya Ajansên Nûçeyan û Girîngiya Ajansan Bi awayekî fermî dîroka ajansên nûçeyan di nîveka ewil a sedsala 19’an de dest pê kiriye. Pêşengê vê jî Charles Havas e. Havas, bi eslê xwe macar e, lê welatiyê Fransayê ye. Havas di sala 835’an de bi navê Agence Havas ajanseke nûçeyê ava kiriye. Gava Havas ajansa xwe ava dike, rojname xwe pir nadin ber nûçeyên wî û jê nastînin.

Ên ku ewil nûçeyên Havasê stendine diplomat û banker in. Lê belê piştî vê pêngava Havasî, her çû ajans li ser ajansan vebûn û îro roj tenê ne çapemeniya matbû, çapemeniya devkî û dîtbarî jî ji bo nûçeyên çi herêmî çi navneteweyî hema bibêje weşana xwe gişî li ser asasên nûçeyên ajansan dikin û sûdê ji wan digirin. Hele piştî guherîn û veguherîna di qada dîjîtal û pêşektina medyaya sosyal de girîngiya ajansên nûçeyan bûye tiştekî bivênevê. Lewra îro ro medyaya sosyal bûye perçeyek ji jiyana mirovan, çi baş çi xirab. Tiştên diqewimin, piranî jê berîya televizyon, radyo, rojname û heta beriya ajansên nûçeyan li ser medyaya sosyal belav dibin. Lê ji ber ku ev qad jî hêdî hêdî dejenere dibe û dibe qadeke girifît, fikar li mirovan peyda dibin; gelo tişta hatiye parvekirin rast e yan na? Di vir de ji televizyon, radyo û rojnameyan pirtir bar dikeve ser milê ajansên nûçeyan û vê carê çavê her kesî li ajansên nûçeyan digere; gelo bê ka derbarê vê qewimînê de tiştek heye yan na? Yanî ajansên nûçeyan di warê teyitkirin û piştrastkirina ew qewimîn û malûmatên li medyaya civakiyî belav dibin, qadeke bivênevê ye. Lewra ajansên nûçeyan ên li ser asasê bêalîbûn û rastiyê wê qewimîn û zanyariyê dadiwerivîne û bi çavkaniyên ewle, bi delîl û belgeyan piştrast dike û bi aboneyên xwe, bi raya giştî re parve dike.

NÛÇEGIHANÊ/A AJANSÊ Û TAYBETMENDIYÊN NÛÇEGIHANAN

Nûçegihanê/a ajansa nûçeyan, berî her tiştî xwedî ajanda ye. Peywira wî/ê ya sereke ew e ku nûçeyan berhev bike û binivîse. Wekî nûçegihanên sazî û dezgehên din ên ragihandinê divê li ser asasên rastî, bêalîbûn, obejktîfî û lezbûyînê tevbigere. Nûçegihanê/a ajansê qewimînên rutîn dişopîne. Li gor rojeva ku ajans dide ber wî/ê lêkolînan dike. Ji bo nûçeyên taybet pêşniyarên xwe dide ber ajansê û li gor formata ku ajans esas digire nûçeyên xwe bi zimanekî sade dinivîse.

» Nûçegihanê/a ajansê her tim rojeva welêt û cîhanê dişopîne,

» Her roj rojeva sibê amade dike

» Di warê demê de jîr e, çavvekirî ye

» Xwedîmeraq e, çavdêrekî çak e

» Jêhatî û şopîner e

» Bi şik û guman e,

» Xwedî qabîliyeta dahurandin û analîzê ye » Li benda nûçeyê nasekine, dide dû nûçeyê

Çendî ku pîvanên rojnamevanan nêzî hev bin jî, lê belê yên nûçegihanê/a ajansê ji yên heyî hinekî cudatir e:

» Di warê demê de, ji yên din cudatir e.Lewra sazîya ku lê dixebite 24 saetan bênavber nûçeyan parve dike. Ji ber vê di nûçegihanên ajansan de têgiha demê cuda ye.

» Di warê nivîsandina nûçeyê û formata nûçeyê de, nûçeya xwe li gor formata ajansa xwe dinivîse. Awayê nivîsandina nûçeya nûçegihanê/a ajansê li gor ên rojname, televizyon û radyoyan cuda ye. Nûçeya xwe li gor girîngiyê paragraf bi paragraf bi rêz dike.

» Di warê pîvanên nûçegihanîyê de, pîvanên sereke yên ajansan rastî, bêalîbûnî, objektîfî û lezgînî ye. Nûçegihanê/a ajansan jî divê li gor van pîvanan tevbigere. Divê şiroveyê daxilî nav nûçeyên xwe neke. Heger şirove hewce be jî divê şîroveyê û nûçeyê ji hev bike û vê yekê bi sernavekî yan jî binbeşek cuda diyar bike. Ji ber ku aboneyên ajansan xwedî polîtîkayên cuda ne, nûçeyên ji aboneyan re tên şandin jî divê li ser asasên rastî, bêalîbûnê bin û bi lez bên şandin.

» Di warê alavan de jî nûçegihan divê nûçeyên xwe bi wêne û dîmenan xurt bike.

NÛÇEYEKE BÊQISÛR

» Sernav û destpêk divê li hev bikin

» Pirsên 3Ç 3K gere hatibin bersivandin

» Hevok divê kurt bin, ziman xwerû be

» Bilêvkirin û wate divê yekpare bin

» Divê şaşiyên mantiqî tune bin

» Pîvanên rastnivîsandinê divê esas bên girtin » Bi awayekî objektîf divê bê nivîsandin

BERÎ KU NÛÇE BÊ SERWÎSKIRIN ÇEND TIŞTÊN DIVÊ BÊN KIRIN

Nûçegihan, berî ku nûçeya xwe serwîs bike miheqeq divê carekê nûçeyên xwe sehî bike û piştî vê sehîkirina dawî divê nûçeyê serwîs bike. Ji bo vê dikare alîkariyê ji hevalên xwe bixwaze. Berî nûçe bê serwîskirin çend tiştên divê bên kirin:

» Gelo sernav û naverok li hev dikin?

» Pirsên 3Ç 3K hatine bersivandin?

» Mijara nûçeyê baş hatiye bilêvkirin?

» Nav û unvan li seranserê nûçeyê rast hatine nivîsandin?

» Hejmar, miqdar, dîrok rast in yan na?

» Gotin û peyvên zêde ji nûçeyê hatine derxistin?

Nûçegihanê/a ajansê wekî morîyan e, sekin lê tune ye. Tim dixebite. Lewma li ku derê dibe bila be, li wê derê dest, pê, çav û guhê ajansa xwe ye. Lê divê ji bîr neke, çendî ku ya wî ji nûçegihanên din cihê dike lezgînî û destsivikiya wî be jî, lê divê têgeha rastiyê tu carî neke qurbana lezgîniyê.