Ahmet Turk: Kesên ku kes nizane ka kî ne îradeya gelî xesp dikin

11/11/2024

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku cara sêyem e li şûna wî qeyûm tê tayînkirin, bersiva gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yên “Kes nizane bê kî ne” da.

Li hesabê xwe yê Xyê, Ahmet Turkî bersiv daye gotinên Erdogan û weha gotiye:

“Li şaredariyên me tu caran ‘kesên kes nizane bê kî ne’ nebûn û dê nebin jî. Lê belê kesên kes nizane bê kî ne ev 3 serdem in îradeya gel xesp dikin. Ev gotinên li dijî kesekê ev 50 sal in siyaseta demokratîk dike, cihê şermezariyê ye û van tawanbariyan ez weke tengazeriyê dibînim.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Wezîrê derve yê nû yê Îsraîlê dixwaze têkilîyên xwe bi Kurdan re xurt bike

Weşana paşê

Îran difikire ku dikare bi Trump re li hev bê – NYT