Ahmet Turk: Bila gotinên Babacan bikin manîfestoyek bo me temem e!

18/01/2023

Sîyasetvan Ahmet Turk li ser helwest û sekna masaya şeşan ya li dijî Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji rojnameya Duvarê re nirxand.

Turk helwesta masaya şeşan rexne dike û dibêje, “Tiştek nakin hema bila gotinên Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA)Alî Babacan, ya li ser pirsa Kurd bilêvkiribû bikin manîfestoyekî ji bo me temem e”

Turk gotinên Babacan bibîrxist û got;

Ji bo pirsgirêka Kurd projeyên net û vekirî danî pêşiya me. Le masaya şeşan hê jî li ser vê ne tiştek gotiye ne jî tişteke daniye pêşiya me.

Sîyasetvan Ahmet Turk

Babacan çi gotibû:

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan bernameya partîya xwe ya sala 2023yan aşkere kiribû û gotibû;

Ewê di warê qanûnî de astengîya li pêş perwerdehîya zimanê dayikê rabikin ku her kes bikaribe bi zimanê xwe perwedehîyê bigre.

Serokê DEVA Alî Babacan

Babacan dîyar kiribû ku hemû welatiyên li Tirkiyê dijîn wek hev in û divê mafên wan jî wek hevdu bin.

Bixwîne: https://botantimes.com/babacan-eme-astengiya-li-pes-perwerdehiya-zimane-dayike-rakin/


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 18.01.2023

Weşana paşê

The police, killed a young Kurdish man, Kemal Korkut, is free