Pascal Casanova di kitêba xwe ya Dünya Edebiyatı Cumhuriyeti (Komara Edebîyata Cîhanî) de, wexta behsa xweserîya wêjeyê dike, ji bo wî digel pîvanên dîtir ên mîna wergerbarî, qebûl, xelat hwd. yek ji pîvana sereke ya vê komarê xweşûştina ji neteweyetîyê ye. Li gorî Casanova di şerê cîhanê yê duyemîn de li Îspanyayê wêjevanên îspanyol vekişîyan nav xwe û dîsa pêdivîyên neteweyî ketibûn rêza pêşî. Tiştên neteweyî, di dema şerî de ango demên awarte (qeyran, alozî, karesat û tiştên din) ji pêdivîyên hunerî (xweserî, poetîka) pêştir tên. Vê hefteyê li min jî wisa hat ku derkevim derveyî sêwira xwe ya rûtînî û ji fragmanên xwe yên berdest kolajekê netemambûyî çêkim. Parikî jî helbet bivê nevê magazîn.
(Ji mitbexê: Bi vê kolajê re serê pêşî sernivîsa “ZêdeKurd û Kurdên ku Xwedê Zêde Bike” dikeve forma “Ahmet Turk an Neturk Aha Ev e Hemû Mesele” lewra di krîzan de sîyaset berî hunerê û nasnameya hunerî tê, ji dêvla etfa Şener Ozmen navê Ahmet Turk derbas dibe. Û her weha îlhama xwe ya Shakespearyen, netirk jî ji paşnavê Hêja Netirkê deyn dike.)
Di sala 2016an de wextê Akademîsyenên Aştîyê metna xwe ya bi navê “Bu suça ortak olmayacağız! Em ê nebin hevparên vî sûcî!” belav kirin ez jî yek ji wan kesên îmzekar bûm. Piştî daxûyanî û fermana Erdogan a wê demê gelek doz derbarê akademîsyanan de vebûn. Derbarê min de jî dozek vebûbû. Wextê em çûn Emnîyeta Vatanê bo îfadeyan, li gel me akademîsyenên din jî hebûn ku îfadeyan bidin. Di dorê de profesoreke jin hebû, ne şaş bim ji beşa Dîroka Hunerê bû. Ji derveyî Tirkîyeyê bo îfadeyê hatibû. Min di suhbetê de jê pirsî bê ka tu Şener Ozmen nas dikî an na? Bêguman nas dikir. Go “Şener Ozmen zêde kurd e”. Kurdbûna zêde, li cem min bi kurdbûna reş werdigerîya ser zimanê min û çêjeke lezîz dihişt li ser bişîrina tinazkî: Çi zêdebûneke xweş.
Serê hefteyê wextê bi qayûman avêtin ser şaredarîyên Mêrdîn, Batman û Xellfetîyê Cuneyt Ozdemirê rojnamevanê tirkan tweetek nivîsî, bi tinazkî/rexneyî go “Ahmet Türk çok Kürt! (suçu bu) ango “Ahmet Türk [ji hedê xwe] zêde kurd e! (sûcê wî ev e)” [1].
Ew mamosteya hêja ku nedixwest bibe şîrîkê sûcên dewletê, bêguman tiştekî “xerab” nedigot. Heke ji bîr û bawerîya nijadperestîya serdest (ya ku Orhan Koçak dibêjê “Hemtawanîya Mezin”) a welatê wê pê re hebûya, dibû şîrîkê wan, lê ew nebûye “hevparên vî sûcî”. Lewma ew likûmîna wê ya zimanî li Tirkîyeyê ji ber xuyakirina nasnameyên kurdîtîyê dertê. Kurd hov in, serhişk in, nezan in; serhildêr in, berxwedêr in, aştîxwaz in. Ji vir û pê ve her awayên kurdbûnê zêde ye ango kurdbûna asayî û xwezayî kurdbûna têra xwe zêde ye. Kesên mîna wê mamosteya hanê heke mirov ji wan nepirse dibe ku raya xwe jî dîyar nekin, zêde guh nedin van tiştan. Lê belê bask jê zêdetir reaksîyoner in, bang li midaxeleyan dikin. Çawa ku Apê Mûsa li ser “neynûkûgoştbûna kurd û tirkan” dibêje “em û tirk mîna mîna neynûk û goşt in; lê belê em kurd her tim bûne neynûk, wextê parikî dirêj dibin ji nişkê ve jê dikin.” Kurdbûna zêde, weke gelek tiştan ji avêtin, jêkirin, qûsandin, qûtkirin û carinan jî ji bo parvekirinê ne.
Heke kurdbûneke zêde hebe bêguman kêmanî şêweyeke maqûl jî disêwira pîveran de heye, divê hebe. Li gorî çi û kê saz dibe ev zêdebûn? Di 8ê îlona 2023an de li ser monîtora televîzyonê di kanala SozcuTVyê, di bernameya “Para Politika” de Bariş Doster behsa teserûfên dewletê û hezkirina karmendan ji dewletê û mînaka wî ya balkêş kir ku serê xwe ji ser sifreya taştê rakim û li monîtora ku tûşî dengê wê dibûm binêrim. Bariş Doster pesnê xebathezîya şairê zimanê tirkî (“şaîrê me yê navdar” dibêje), Cemal Sureya dikir ku demekê wek karmendê dewletê şixulîye. Li gor vê pesn û neqlkirinê Cemal Sureya hindî di karê xwe de hez kir û bengî ye karê ku li daîreyên dewletê naqede tîne malê li ser dixebite. Ango demek zêde ji demên xwe yên betlaneyê lê xerc dike. Îcar wê heyamê mirov rûpelên kaxizan bi rêya derzîkokan bi hev ve dikin. Li malê jî dema wan ji hev dike û karê derzîkokan betal dibe datîne ser maseyê herhal. Axirî dêya wî her carê wan derzîkokên li malê mayî dide hev, dixe nav zerfekê dûre dide wî dibêje “kurê min ev malê dewletê ne. Bila heqê wan neyê ser me, di vana de heqên sêwîyan heye”. Cemal Sureya wan derzîkokan dixe bêrîka xwe carekî din dibe daîreya dewletê. Li cem dewleta kemalî malê dewletê ji her tiştî pîroztir e. Ez bawer im gelek kesên bi vî rengî hene lê belê kurdekî şairê tirkan û karmendê dewletê tê bîra wî. Lewra piştî vê epîzodê bi dengekî bilind behsa “dewletperestî”yê dikir [2].
Dema mirov sirgûnîyên Dêrsîmê tîne bîra xwe rêzikên navdar ên ku şair digo “ewtîna kûçikên berî dîrokê bû” wê demê ji xwe dipirse kengî kurd ewqasî ji “serdestên” xwe (bibore kurdo peyva dijmin nerm dikim, ferheng û etîka “postkolonyalîzmê” wiha li me ferz dike) hez kirin?
Ez bi kurt kurmancî xulase bikim, zêde kurd in, kesên ku ji vê hezkirinê dûr, ji vê hezkirinê bêpar dijî, zêde kurd in. Yên ku zêde nînin, kurdên zêde. Berxên nêr in, lê ne ji bo kêr.
Têbinî
[1] https://x.com/cuneytozdemir/status/1853314151004754068
[2] https://www.youtube.com/watch?v=TNTVzJ58ZqE di navbera 2.18:15 – 2.19:00an de.