Berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik, ji ber gotinên xwe yên “Ez nikarim bi faşîstên Kurd de bikevim” lêborîn xwest.
Şik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek li ser bertekan da û got, “Bêyî ku mijar, bûyer, kesên di bûyerê da vebêjim ez ji hemû dostên xwe yên HDP, gelê Kurd û rêhevalên TÎPê lêborînê dixwazim ji ber van gotinên ku nêrîn, niyet û hestên min nîşan nadin.”
Çi bû?
Ahmet Şik di axaftina xwe ya bi welatiyekî re gotibû, “Binêre, Selahattîn (Demîrtaş) îro em êşandine. Qaşo em di heman tifaqê de ne. Ê kir jî Selahattîn e. Selahattîn ji HDPê derxin, li holê HDP namîne.”
“Ez nikarim bi faşîstên Kurd de bikevim”
Li aliyê din welatiyê ku gotinên siyasetmedarê Kurd Hasîp Kaplan ên “Bila Tirkek neyê serê HDPê” bi bîr xist û Şik jî li ser vê yekê got, “Ez jî ji vê yekê aciz im. Têra xwe faşîstên Tirk hene, ez nikarim bi faşîstên Kurd de jî bikevim.”
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.