Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

”Agladikça”: Ahmet Kaya li Parîsê mir, Mîr Perwer li wî bajarî hat kuştin

24/12/2022

Medyaya Kurdî îro Şemîyê navên wan 3 Kurdên li Parîsê hatine kuştin radigihîne.

Li gor nûçeyan, di êrîşa duh Înê de, hunermend Mîr Perwer, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewrupa (TJK-E) Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil canên xwe ji dest dane.

Êrîş li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li dar ket, lê hîn zelal nebûye ku êrîşvanî xwestiye bi Kurdan bikuje yan ne.

Dîmenên li ser sosyal medyayê raber dikin ku Mîr Perwer li ser gora Ahmet Kaya straneke wî, Agladikca* distrê.

Ahmet Kaya di sala 1999an de piştî minaqeşeyên ser sekna wî ya bo Kurdî di sala 1999an de neçar mabû ji Tirkîyê derkeve.

Kaya di sala 2000î de li Parîsê canê xwe ji dest dabû ku gora wî bo hunermendên Kurd yên diçin wî bajarî yek ji cîhên sereke yên serdanê ye. 

*Agladikca: Gotineke bi Tirkî ye, mehneya wê ya bi Kurmancî ”Her ku em bigirîn..” e.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan