Agahiyên herî dawî yên erdhêjê: Hejmara miriyan bilind dibe

07/02/2023
Wêne: Murat Bayram- Li Amedê piştî erdhêjê kavilê malekî

11 bajarên Tirkiyeyê roja Duşemê bi du erdhêjên bi lerza 7.7 û 7.6 hêjiya.

Erdhêja ku navenda wî Mereş bû hê jî ji bo rizgarkirina welatiyan li wan bajaran kar û xebat berdewam dike. 

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 3 hezar û 381 kesan.

Hejmara birîndaran jî 20 hezar û 426 kesan derbas kiriye. 

Herwiha hate ragihandin ku 7 hezar û 840 kes jî ji erdhêjê hatine rizgarkirin. 

Li tevahiya Tirkiyeyê ji ber erdhejê 7 rojan şîn hat ragihandin.

Wezîr Kurum: Rêya Edene û Entapê hate vekirin 

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurumê ku li Antepê  axivî ji bo Edhêjê got, “di sed salê careke de tişteke bi vî rengî rû dide.”

Kurum ani ziman ku li Antepê 468 kesan canê xwe ji  dest daye û diyar kir ku rê ya Edene- Antepê ji bo welatiyan hatiye vekirin.

Zarokek 2 mehî ji bin kavilan hate derxistin 

Ji ber erdhêja li Mereşê, ji aliyekî ve hejmara kesên jiyana xwe ji dest da bilind dibe. Li aliyekî ve jî ji bin kavilan agahiyên kefxweş tên.

Li Hetayê zarokekî 2 mehî piştî 29 seatan ji bin kavilan bi saxî hate derxistin.

Tîmên lêgerîn û xilaskirinê yên Îsraîlê gihîştin Tirkiyeyê

Ji aliyê Îsraîlê ve heyeteke alîkariyê ya ji 150 kesî pêk tê ji bo beşdarî xebatên erdhejê bibin hatin şandin, gihiştin Tirkiyeyê.

Ji Çînê 6 milyon dolar alîkarî da Tirkiyeyê

Televîzyona dewletê ya Çînê CCTV ragihand ku wê 40 milyon yuan (5,9 milyon dolar) ji bo alîkarîkirina gel û herêmên ku ji erdhejê zirar dîtine bê dayîn.

Xaça Sor a Çînê jî ragihand ku ewê 200 hezar dolar alîkariya lezgîn bidin Tirkiye û Sûriyê.

Koreya Başûr di nav wan kesan de ye ku piştî erdhejê destê alîkariyê dirêjî Tirkiyê kir.

Awûstralya û Zelanda Nû jî di nav wan welatan de bûn ku alîkariya ji bo Tirkiyeyê ragihandin.

Bi hezaran dildarên alîkariyê hatin Balafirgeha Stenbolê

Bi hezaran dildarên alîkariyê yên ji Stenbolê xwestin beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmên erdhejê bibin hatin Balafirgeha Stenbolê. Li termînalê rêzên dirêj çêbûn.

Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya ragihand ku ji saet 06.00an pê va ji Stenbolê 12 hezar û 752 personel û dildarên AFADê bi 73 balafiran sewqî herêma erdhejê kirin.

THY: Heqê seferê ji herêmên erdhejê ber bi Stenbolê ve 100 TL ye

Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) hemû seferên vegerê yên balafirên ku alîkariyên însanî dibirin Edene, Diyarbekir, Şanliurfa û Elezîzê heta 13’ê Sibatê kirin 100 lîra.

Ji CENTCOMê daxuyaniya erdhejê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) der barê erdhejên duh li Kahramanmaraşê qewimîn de daxuyaniyek da.

CENTCOM ji bo êş, windahiyên trajîk û wêraniya ku ji ber erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê pêk hatine, sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêş kir.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Serokkomariya Tirkiyeyê: Jimara miriyan 2921 e!

Weşana paşê

Li Diyarbekirê jiyana piştî erdhêjê çawa ye?

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di