AFADê eşkere kir: 33 hezar erdhej çêbûne

07/05/2023

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) da zanîn ku di navbera 6ê sibatê û 6ê gulanê da 33 hezar û 77 erdhej çêbûne.

Di daxuyaniyanîyê da hat gotin ku “Piştî erdhejên 7.6 a li Elbistanê û 7.7 a li Bazarcixa navçeyên Mereşê, di navbera 6ê Sibatê û 6ê Gulanê da 33 hezar û 77 erdhej çêbûne.”

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFADê 7 roj û 24 saetan aktîvîteya erdhejê ya li Tirkiye û hawirdora wê dişopîne.

Çi Bûbû?

Di 6ê Sibatê da bi navenda Mereşê bi pîleya 7.6 û 7.7 du erdhêj pêk hatibûn. Erdhêjê bandorê li 11 bajaran kiribû û bi tevahî 50 hezar zêdetir mirovan canê xwe ji dest dabûn.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

DFG: Di Nîsanê da 27 rojnameger hatine desteserkirin û 5 jî hatine girtin

Weşana paşê

Li ser Rêya Xewnên Şêrîn: Zanîna Nexweşiyên Xewê, Teşhîs û Çareseriya Wan