Adiyaman: CHP dibêje li bajêr quweta AK Partîyê şikestiye

19/04/2023
Wêne: Omer Faruk Baran / Adiyaman, Nisan 2023

Adiyaman, ku hin Kurd bo wê dibêjin Semsûr, bi nifûsa xwe ya Kurmanc, Zaza, Tirk, Elawî û Sunîyan tê naskirin. Li vî bajarî tradîsyona partîyên muhafazakar-dîndar xurt e. Ev bajar ji destpêka avabûna AK Partîyê vir ve, ji serê salên 2000î vir ve yanî, giranîya xwe dide ser wê partîyê. Lê li gor Cumhuriyet Halk Partisi (CHP), kesên ji deprema 6ê Sibata 2023yan sax filîtîne bi dilşikestinê ji AK Partîyê veçerixinîne û hatine hêla wan.

Ji berpirsên CHPê yên li Adiyamanê Burak Binzed dibêje deprem afat e, kes nikare rê li ber bigire, lê dibêje jiber ku piştî depremê mudaxale dereng bû ewên sax jî di bin enqazan de mirin. Bi ya Binzed, meyla Adiyamanê ya li ser partîyên muhafazakar rastîyek e, lê dibêje bi depremê re rewş guherîye.

Bi guherîna rewşê re, hilweşîna xanî û bînayan re CHP neçar maye li çadir û qehwexaneyan karên xwe bimeşîne.

”Adıyaman Kıraathanesi” bûye merkeza CHPê ya li bajêr.

Heyranên CHPê li vê merkezê hem ser depremê xeber didin hem ser siyasetê.

Hema bêje li kê silav didî dide zanîn ku 30-40 nasên wî di depremê de mirine.

Merkeza li Adiyamanê di ser Halk TV ya tim vekirî re bi merkezên li Enqere û Stenbolê di danûstandinê de ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Weşana berê

‘Navnîşan’ xelata kurtefîlma herî baş standiye

Weşana paşê

HÛDA PAR: Kêşeya kurdan Erdogan dikare çareser bike

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa

Bajar û Bîranîn

Bîranîn, wek şopên jiyanê, di avakirina

Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe bike

Derhêner, senarîst û lîstikvan Aram Dildar