Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Abdurrahman Gok: Eger erd erdê me be, rola me rojnamegeran zêdetir dibe

12/05/2024

Botan Internationalê bi piştgirîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) kargehên rojnamegerîya dijîtal pêk tîne.

Abdurrahman Gok li ser amadekerina dosye-nûçeyan gotara xwe pêşkêş kir.

Abdurrahman Gok di pêşkêşîya xwe da behsa giringbûna nûçeyan kir. Ew dibêje ji bo bûyerek bibe nûçe divê xwedîyê hin taybetmendîyan be. Dûrbûn ji bo nûçeyan ne asteng e, ya muhîm ew têkilîya wê ya ligel civakê ye.

Gok li ser bûn û nebûneka bûyerekê, ka çawa bûyerek an meseleyek dibe mijara nûçeyê wiha got: Ji bo ku tiştek bibe dîyardeyeka berçav divê ew tişt wekî nûçe bê ragihandin. 

Hinek bûyer hene civak jî şahîdîya wan dike (wekî, merasîm, pîrozbahî) lê ferq û cudahîya civak û rojnamegeran hene. Gok dibêje rojnameger, tiştê ku şahidîya wan kirîye ji bo nehaziran radigehîne û civakê jî dike parçeyek ji şahidîya bûyerê ku her wekî bi çavê xwe şahidîya wê bûyerê kiribe.

Eger erd erdê me be, rola me rojnamegeran zêdetir dibe.

Abdurrahman Gok

Ew li ser etîk û wijdana rojnamegerîyê axivî û wiha got: Sê Ç û sê K têra wê çendê nake ku dosyeyeka baş ya nûçeyan derkeve. Divê ligel Sê Ç sê Kyan çavkanî, etîk û wijdana mirovî jî hebe. Ji ber ku bi sê Ç û sê Kyan dibe ku derewek jî bi awayekî birêkûpêk bê ragihandin.

Rojnameger dema mesulîyeta xwe bi cih tînin jî, berpirsyarîya wan piştî wê naqede.

Abdurrahman Gok

Gok li ser dirêjî û kurtîya nûçeyan axivî, ew dibêje dirêjî û kurtîya nûçeyê ne giring e, ya giring nivîsîna wê ya birêkûpêk e, ya giring komposîzyon û vegêrana wê ya teqûz e.

Ew li ser amadekirina dosye-nûçeyan axivî, ew dibêje bûyereka hêj nû, nabe dosye-nûçe, ji bo dosye-nûçeyê ji destpêka bûyerê heta bi proseya encamdana wê lêkolîneka berfireh lazim e.

Bêyî agahî û zanyarîyên li ser bûyerê tecrûbe bê kêr e.

Abdurrahman Gok

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan