Abdullah Zeydan bi ser ketibû lê Namzedê AK Partîyê mazbata wergirt

02/04/2024

Digel ku li Wanê DEM Partî di hilbijartinê da bi ser ketibû jî, namzedê Ak Partîyê Abdulahat Arvas mazbataya şaredarbûnê wergirt.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bûbû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Gelek sazî, baro û dezgehan li hemberî vê yekê bertek dan ku ev destguhertina mazbatayê li dijî îradeya gel e.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ev yek dê li gelek bajar û navçeyan bê protestokirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Ahmet Turk an Neturk Aha Ev e Hemû Mesele

Pascal Casanova di kitêba xwe ya Dünya Edebiyatı Cumhuriyeti (Komara Edebîyata Cîhanî)

Em Çi Dixwînin? (1) : Term/ Hisên Kemal – Vîdeo Arşîva BTyê

Pêşkêşkar: Xecê Daşxin Derhêner: Semiha Yıldız Kitêb: Term/ Hisên Kemal (Weşanên Wardozê)

RSF ji Trumpî dixwaze dest ji êrîşên medyayê berde

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji Trumpî xwestiye ku di rêveberîya xwe ya