Ömer Ocalan peyama Abdullah Öcalan bo raya giştî li ser hesaba xwe Xê belav kir: 23yê Cotmehê li Îmralîyê, ez ligel birêz Öcalan civîyam. Ev seredaneka malbatî bû. Birêz Öcalan rewşa giştî ya sîyasî nirxand û xwest ev peyama wî belav bibe: “Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc çêbin, ew hêz û qeweta min a teorîk û pratîk heye ku ez proseyê ji şer û pevçûnan veguhêzim qada hiqûqî û sîyasî.” Tenduristîya wî baş bû û gelek slav li her kesê kirîye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan daye zanin ku ew duhî 23yê Cotmehê çûye seredana Abdullah Öcalan.
Ev çar sal hevdîtin ligel rêberê PKKyê Abdullah Öcalan nehatibûn kirin.

Ömer Ocalan li ser hesaba xwe Xê derbarê hevdîtinê da wiha gotîye:“Herî dawî 3ê Adara 2020an hevdîtina rûbirû ligel Öcalan hatibû kirin. Wekî malbat, piştî çend salan, 23yê Cotmeha 2024an me hevdîtinek ligel birêz Öcalan kir. Em wekî malbata wî dixwazin, şert û merc çi bin jî, wekî mafekî fermî û rewa hevdîtin berdewam bin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.