A.Aslı Filiz: Li gel ku ez dikarim êşan xêz bikim, ez dixwazim li ser coş û berxwedanê jî xebatên xwe hilberînim

A.Aslı Filiz: Li gel ku ez dikarim êşan xêz bikim, ez dixwazim li ser coş û berxwedanê jî xebatên xwe hilberînim
A.Aslı Filiz: Li gel ku ez dikarim êşan xêz bikim, ez dixwazim li ser coş û berxwedanê jî xebatên xwe hilberînim
Vahdet Uçar
  • 20 Ocak 2022 08:30

A.Aslı Filiz hunermendeka kurd e ku piştî jiyaneka koçê niha jî li diasporayê, li Hamburgê dijî. Aslı ji 2014an û vir de li Elmanyayê dijî û li wir li gel karen xwe yî hunerî hîn jî xwendina xwe ya li ser hunerê berdewam dike. Ew bi Gelek kes, navdar, sazî û rêxistinan re xebitîye. Li ser gelek karên me dîtine îmzeya xwe heye. Niha jî li Hamburgê yekem pêşangeha wê ya şexsî bi navê “Rengên Mezopotamyayê” tê li darxistin, pêşangeh 15ê çileyê vebûbû û dê heta 1ê Nîsanê jî berdewam be. Em bi Aslı re li ser hunera wê, jiyana wê axivîn.

Bi taybetî ez hewl didim aliyê xwe yê jin, çanda xwe, zimanê xwe, aliyê me yê ku tevî zilmê li ber xwe dide nîşan bidim. Bi dîtina min wekî gel gelek birînên me hene lê li aliyê din dîsa alîyekî me ê li hemberî zext û zordarîyê li ber xwe dide jî heye. Helbet em nikarin li hemberî vê berxwedanê bêdeng bimînin. Li gel ku ez dikarim êşan xêz bikim, ez dixwazim li ser coş û berxwedanê jî xebatên xwe hilberînim.” dibêje Aslı û pirsen me dibersivîne.

Bi behsa jiyan û zaroktîya wê em dest bi suhbeta xwe dike;

“Ez li Çewlikê/Karliovayê hatime dinyayê. Hîn ez 8 salî bûm, ji ber zilma dewleta Tirk a li Kurdistanê û helwesta siyasî ya bavê min em neçar man di sala 1992an de weke malbat koçî Stenbolê bikin. Ev koça bi darê zorê ya bavê min, li Hamburga Almanyayê bi dawî bû.

Ji zarokatiya xwe ve bi grafîk û hunerê re eleqedar bûm. Dema ez hatim Stenbolê xebatên grafîkî û hunerî zêdetir bala min kişandin. Min biryara xwe dabû, diviyabû ku min Grafîk bixwenda. Min li zanîngeha Beykentê grafîk xwend. Karê min ê yekem di destpêka sala 2000an de di Rojnameya Özgür Gündemê de bû. Ez bi gelek ajansên reklaman re jî xebitîm, lê armanca min a sereke balkişandina ser xebatên hunerî bû.

Di sala 2014an de ez tevî kurê xwe Ronî hatim bajarê Hambûrga Elmanyayê. Di sala 2019an de ez weka xwendekar ketim zaningeha Hunerên Bedew a Hambûrgê. 

Di dersa grafîkê de ku ez niha dixwînim de hem bi xebatên xwe yên grafîkê hem jî bi xebatên xwe yên hunerî hewl didim “Dîroka Mezopotamyayê” bi awayekî herî baş nîşan bidim.”

Helbet bandor û şopeka mezin a zarokatîya min li ser xebatên min ên hunerî û grafîkî heye. Ez zaroka dê û bavekî ku bi darê zorê li gel malbata xwe ji axa Kurdistanê koçber bûne me. Her çiqas di 8 salîya xwe de min ev tişt dîtibe jî Kurdistan baş tê bîra min. Min zordarî û qetlî’amên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd dîtin û tên bîra min. 

Min her tim bi van tecrubeyên xwe nêrîna xwe ya li ser jinên bindest an jî jinên bi hêz û çewisandina kurdan an jî li hemberî kurdên berxwedêr pirsiyar kir û niha jî di berhemên xwe de nîşan didim.”

Hevnasîna te bi hunerê re çawa ye? Ji kengî ve tu di hilberînê de yî?

“Bi rastî ez ji zarokatiya xwe ve tim bi şêwekariyê û hunerê re eleqedar bûm. Dema min xwendina xwe ya seretayî û navîn li Stenbolê qedand, min biryar da ku ez grafîkê bixwînim. Min li zanîngeha Beykentê beşa grafîkê qedand. Lê lêgerîna min a grafîk û hunerê bi dawî nebû. Niha li Zanîngeha Hunerên Bedew a Hamburgê xwendekara “Pola Grafîkê” me. Ez di 20 salên jiyana xwe ya pîşeyî de wek grafîk sêwiraner xebitîm û ji bo gelek hunermendên wek Metin Kemal Kahraman, Ciwan Haco, Kazım Öz, Mehmet Akbaş, Heja Netirk, Suat Usta, Fuat Saka, Cafer Solgun, Ali Yurekli, Rodî Guven wek grafîksaz xebitîm û min bergên albûmên wan sêwirandin. Her weha min ji bo gelek sazî û rêxistinên çand û huner nûçeyan re jî karê dîzaynê kiriye. Niha jî ez weka derhênera afirîner û dîzaynera grafîkê li ajansa reklamê ya UNITED kar dikim.”

Hamburgê, Diasporayê yan jî koçkirina Stenbolê çi bandor li hunera te kiriye bi te?

“Di sala 1992an de roja ewil a koçkirina me ya Stenbolê bi şev dest pê kir. Em bi otobusê ji pira Stenbolê derbas bûn. Min got çi bajarekî xweş û ronî û çi bajarekî mezin. Lê dema ku roj geştir bû, rengê gewr, blokên gemar, tava zer û têkiliyên ne jidil eşkere bûn; li vir çiya nebûn, tava geş û germ tune bû, darên sêvan ên li bexçeyê me tune bûn. Ez demeka kêm li welatê lê ji dayîk bûme mam lê baş tê bîra min û pirr bêrîyê dikim. Lewra hîn bi çiyayan re têkilîya min jî qut nebûbû, dê hîn hinekî din jî biqemirîbûma li bin tavê, min bêrîya welatê xwe yê bi şens û bê şens dikir. 

Li ser rêya koçberiyê, li Stenbol û li Hamburg e, ez karê xwe yê neqediyayî didomînim. Bi xebatên xwe yên hunerî hewl didim salên xwe yên neqediyayî, hesreta xwe û qetlîamên ku weke gel me şahidî kirî nîşan bidim. Min nikarîbû li Tirkiyeyê li ser xebatên xwe yên grafîk û hunerî yên ku li Ewropayê dikim, hevqas zelal û azad bifikirim û bixebitim. Ewropayê gelek destkeftin dan min û ez azadtir  kirim. Piştî wan demên reng gewr ku 25 salan li Stenbolê mam, ez li Ewropayê rehet im û ji bo xebatên grafîk û hunerî yên ku dixwazim bi azadî û bi rengên xwe dixebitim. Xebatên hunerî di nav rêzek têkoşîn, dilxweşî, êş, pejirandin û redkirinê de derbas dibin. Ez jî di vê pêvajoyê de derbas dibim.”

Armanceka te heye ku tu motîfên Kurdî û Kurdistanî di hunera xwe de bikar tînî? Tişteka ku tu dixwazî bibêjî heye?

“Dibe ku ne rast be ku mijara berhemên xwe tenê wek motîfên kurdî û Kurdistanî bi nav bikim, bi min guncavtir e ku wek sernavê sereke bêjim Mezopotamya. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibim tercuman û navbeynkara zilm û zordariya ku gelê Mezopotamya di demên berê û îro de, bi taybetî çand û zimanê Kurdan, li ser wan hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de ez bi giranî li ser Dîrok û Mîtolojiyê lêkolînê dikim û dixebitim. Ez dixwazim êş, xewn, xweşî û xemên axa xwe nîşanî hemû cîhanê û bi taybetî jî ji Ewropayê re bidim.

Berhemên hunerî di encama jiyana rewşenbîrî ya welatekî de derdikevin holê û dibin şanoya herî rasterast a kombûna çandî ya gelên li wî welatî dijîn. Huner, hişmendiya çandî û afirînerî li Ewropayê xwedî cihekî girîng e, ji ber vê yekê ez li vir bi xebatên xwe yên hunerî hestên xwe dixemilînim.”

Niha hûn hîn di dewreke perwerdehiyê de ne ku hûn dixwazin xwe pêş bixin, hûn vê pêvajoya perwerdeyê ya bi armanca temamkirina kîjan aliyê hunera xwe didomînin?

“Li Zanîngeha Beykentê me bi xemên reklamê dîzayn dikirin. Me wextê xwe pir hindik li ser xwendina hunerî derbas kir û ji bo ku di dibistanê de notên baş bi dest bixin û dersan derbas bikin bi hev re ketin pêşbirkê. Bê guman, wê di jiyana min a pîşeyî de beşdariyek cidî kiriye, û ez ji karê xwe hez dikim.

Lê lêgerîna min a xebatên hunerî her tim berdewam kir. Min nikarîbû bi tevahî xwe bi çandî vebêjim û zanîna xwe ya berhevkirî bi kirina sêwirana grafîkî ya bi xema reklamê re nîşan bidim. Di reklamê de fikir û sêwiran pir zû têne xwarin û têne ji bîr kirin. Ez neçar bûm ku di berhemên xwe yên grafîkê de reng, ziman, jinbûn, ax û berxwedaniya xwe vebêjim, lê di bazara reklamê de ev yek ne pêkan bû.

Min bersiva lêgerîna xwe li Zanîngeha Hunerên Bedew a Hamburgê dît. Min bi rêberiya profesorê xwe yê zanîngehê, Ingo Offermanns, qada ku ez dikarim tiştê ku di hişê xwe de ye bi domdarî veguhezînim dît. Ji ber vê yekê ez neçar bûm ku boyaxan hembêz bikim, neçar bûm ku firçeyekê bigirim destê xwe, min ev yek li HFBK (Zanîngeha Hunerên Bedew a Hamburgê) fêm kir.”