Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 04.02.2023

Kristof K(urd)olomboyek li Kûbayê-I Kûba! Gelo tu welatekî utopîk î yan destopîk î? Bi gotina pirseke din, bihişt e yan dojeh e? Çizanim. Dibe ku ne her du bin jî; dibe eraf a di navbera dojeh û bihiştê de be jî. Van pirsên li jorê, yên di hundirê pîstika mejiyê min de, nola çêlika li […]

Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 04.02.2023
Çavdêrîya li medyaya Kurdî – 04.02.2023
Botan Times
  • 4 Şubat 2023 06:29

Kristof K(urd)olomboyek li Kûbayê-I

Kûba! Gelo tu welatekî utopîk î yan destopîk î? Bi gotina pirseke din, bihişt e yan dojeh e? Çizanim. Dibe ku ne her du bin jî; dibe eraf a di navbera dojeh û bihiştê de be jî.

Van pirsên li jorê, yên di hundirê pîstika mejiyê min de, nola çêlika li ber nikilderê ya di hundirê hêka di bin kurkê de, bi meraqdarî miqîm tasa serê min nikil dikir. Bi van meraqan, ez berê xwe didim Kûbayê. Belê xwînerên ezîz. Werin em bi hev re li Keştiya Alalû siwar bibin û berê xwe bidin Kûbaya efsanewî.

Xwebûn

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 31 jin kuştine

Mêran di meha Kanûna Paşiyê de tundkarî herî hindik li 72 jinan kirine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 11 zarokan kirine, herî hindik 7 jin tacîz kirine.

bianet Kurdî

“Zevîyên me di bin avzêlê de man”

Îsal  zivitanê jî ber ku hewa germ bû û baran jî nedibariya dinya ziwa bû.

Ji xeynî hişkesaliyê cotkarên li Rihayê  ji ber bilindbûna ava erdî piştî 3 mehan çandinî berhev kirin.

Bandora vê yekê ew e ku ava ji depoyan tê diçizire binê erdê.

Rêbazên kontrolkirina welidandinê

Rêbazên nûjen ên ku herî zêde ji bo jinan têne bikar anîn hebên pêşîlêgirtinê û spiral hundir malzarokê ne. Lê derzî, diafragma, heb û şûpên ku şaneyên nêr dikujin, û awayên girêdana lûleyên jinê, ku jê re girêka tubal tê gotin, ji rêbazên bi bandor ên kontrolkirina zayînê ne.

Çandname