Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

8emîn festîvala FîlmAmedê dest pê kir

28/09/2023

8emîn festîvala fîlman ya FîlmAmedê, piştî çendîn salan tevî gelek zehmetîyan bi rêberîya Sînemaya Rojhilata Navîn û çend sazî û komeleyên kurdan tê lidarxistin.

Fîlma ewil ku hate nîşandan Zimanê Dayikê bû ku derhênerîya fîlmê Sarkew Mesgarî kirîye. Elaqeyeka mezin hebû ji bo bernameyê. Li salona Şanoya Bajêr a Amedê cih nebû ku her kes fîlmê temaşe bike. Gelek kesan li ser pêyan fîlm temaşe kir û gelek kes jî li ber derî man.

Xebat û çalakî dê berdewam bin

Wêne: Engin Ölmez

Bernameyê bi pêşkêşîya Ardîn Dîrenî dest pê kir. Dîrenî bal kêşa ser wê yekê ku qeyûm destûrê nadin ew çalakî û festîvalan li dar bixin û got: “Dê xebat û çalakîyên me yên hunerê berdewam bin”.

Xwebexşê Komeleya Akademîya Sînemaya Rojhilata Navîn Metîn Ewr bal kêşa ser zext û zordarîya li ser çand û hunerê û wiha got: “FîlmAmed seknek e li hemberî têkbirina hafizeya civakî û hunerî. Ji ber vê yekê jî emekdarên vê qadê girîng in”.

Herwiha Metin dîyar dike ku li ser nav û nasnameya Yılmaz Güney gelek reşkirin hatine kirin ku ew gotina Güneyî bi bîr tîne û dibêje: “ Em dê bi ser kevin, muhaqqek em dê bi ser kevin”.

Wekî gelek qadan sînema jî yek ji qadên berxwedanê ye

Parlementera Erziromê ya Partîya Çepên Kesk (YSP) Meral Danış Bektaş yek ji beşdarên bernameyê bû ku wê jî nêrîn û fikrên xwe yên derbarê rewşa çand û sînemaya kurdî da anîne ziman.

Wêne: Engin Ölmez

Bektaş bi bîr tîne ku qeyûman dest danîye ser îradeya gel û got: “Heke bê bîra we berê ev çalakî li navenda çanda hunerê ya Cegerxwîn dihatine kirin. Lêbelê aniha dest danîne ser hemî sazîyan. Di bingeha wê polîtîkaya êrişkar da çand, huner û sînema jî heye. Zext û zordarîyeka giran li ser kurdan heye. Wekî gelek qadan sînema jî yek ji qadên berxwedanê ye. Ew, dest danin ser şaredarîyan jî em dev ji sînema û çanda xwe bernadin. Sînemagerên me yên jin jî wekî gelek qadên din, li hemberî desthilat û hikumetê li ber xwe didin. Ev qad jî wekî qadên din ji bo me qada berxwedanê ye.”

Festîval heta 1ê Cotmehê dê berdewam be

Piştî axaftinan fîlmê Zimanê Dayikê hat nîşandan. Hevseroka Partîya Demokratîk a Herêman (DBP) Saliha Aydeniz plaket da derhênerê fîlmê Sarkew Mesgarîyî. Festîval heta 1î Cotmehê dê berdewam be ku dê 30 fîlm bêne nîşandan. Fîlm dê li Bezgin Bekir, Şanoya Bajêr a Amed û Komeleya Çand-Huner Dîcleyê bêne nîşandan.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Jidayikbûye li Colemêrgê. Sala 2020an ji Zanîngeha Artûkluyê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî mezûn bûye. Sala 2024an li Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê bi teza xwe ya bi serenavê “Destana Bîjen û Menîjeyê di Edebîyata Kurdî da (Goranî, Soranî, Kurmancî)” mastera bitez xelas kirîye. Nivîs û hevpeyvînên wî li çendîn malperan weşîyane û gotarên wî yên akademîk li çendîn kovaran weşîyane. Edîtorî û redaktorî bo weşanxaneyên kurdî û wergêrî bo sazî û dezgehan kirîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsarên malpera Botan Timesê dixebite.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê