8emîn doza Tahir Elçi hat lidarxistin

  • 29/11/2023
8emîn doza Tahir Elçi hat lidarxistin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

29/11/2023

8emîn doza derbarê kuştina Tahir Elçiyî da hat lidarxistin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, 28ê mijdara sala 2015yan li ber Mînareya Çarling a li Sûra Amedê hatibû qetilkirin. 8emîn doza derbarê kuştina Tahir Elçiyi li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di doza derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi da, heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku hemû belgeyên di dosyayê da ji bo derbarê esasê de nêrîna xwe amade bike (mutala) ji dozgeriyê re bê ragihandin. 

Piştî danişînê heyeta ku doz dişopand li ber Edlîyeya Amedê daxuyanîyek da. Hevjîna Elçi Turkan Elçi, Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê (TBB) Erinç Sagkan, 18 serokên baroyan, endamên Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadîyê (OHD), parlementerên Partîya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Uysal, Sevilay Çeleng û Cengiz Çandar, parlementerên Partîya Komarî ya Gel (CHP) û nûnerên gelek sazîyên sivîl beşdarî daxuyanîyê bûn. 

Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.

Şîrove*

%d