“Yek ji mijarên ku em ê piştî 4 mehan pê re mijûl bibin, derman e”

“Yek ji mijarên ku em ê piştî 4 mehan pê re mijûl bibin, derman e”
“Yek ji mijarên ku em ê piştî 4 mehan pê re mijûl bibin, derman e”
Botan Times
  • 19 Ocak 2023 14:29

Serokê Giştî yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê kembûna dermanan de peyamek weşand. 

Wî di peyama xwe de got ku hinek her tim hêviyên derewîn didin mirovan, li welêt derman tune ye. 

“Wan her tişt rizandin. Yek ji mijarên ku em ê piştî 4 mehan pê re mijûl bibin, derman e. Ewê dewletê bi halekî weranî teslîmî me bikin lê xem nekin em ê çareser bikin” 

Ji Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş jî der barê krîza dermanan a lî Tirkiyê de li parlamentoyê pirsnameyek dabû Wezareta Tenduristiyê.

Di pirsnameyê de ji Wezîr Fahreddîn Koca ev pirs hatin kirin:

* Hejmar û cureyên dermanên ku niha li bazarê nînin çend in?

* Sedemên ku şîrketên dermanan têgihîştinek ku derman di raya giştî de hene çêbikin çi ne? Wezareta we li ser van mijaran lêkolîn kiriye?

* Hat diyarkirin ku derman di depoyan de tên hiştin û nadin dermanxaneyan?

Meral Daniş Beştaş

Serokê berê yê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerif Demîr di hevpeyvînekê de ji bo Botan Timesê dabû zanîn ku qeyrana dermanan rê li ber şîdetê vedike.

Demîr dîyar kir ku jiber tunebûna dermanan nexweş çend caran reçeteyê jinûve didin nivîsandin.

‘’Jiber nedîtina dermanan gelek caran nexweş û doktor dikevin qirika hev. Ew jî tundîyê çêdike.’’ Demîr got.

Wî da zanîn ku jiber krîza dermanan hem nexweş hem jî bijîşk mexdûr dibin.