80 hezar caran êrîş hat kirin û ji bo 20 deqîqeyan Botan Times hat “hack”kirin

16/03/2025

15ê Adarê komeka hekiran (hacker) a bi navê LUSWJXX bêsekin û edlahî nêzîkî 10.000 caran hewil dan dîwarê parastinê yê Botan Timesê bişkênin û têkevinê.

Li gor bernameya parastina dîjîtal a Jackpeckê bi temamî 80.000 caran “hewildanên ji bo têketina bêdestûr” hatiye kirin.

Şêvê dî siet 22:30ê hesabê edîtorekê hat hackkirin û Hacker ketin nav nivîsên Botan Timesê. Heta me ew hesab asteng kir û dîwar ji nû ve aktîv kir, nivîsên me yên sê mehan hatibûn jêbirin.

Ji bilî nivîsên 2 hefteyên dawiyê, me hemî nivîs xelas kirin.

Di heqê komê de li înternetê agahî nînin lê koma hewil dayî medyaya kurdî têk bibe ji bo weşanê nivîseka tirkî amade kiribû.

Ti agahîyên şexsî an nehênî di sîstema me de nînin

Di sîstema Botan Timesê de ti agahî an nivîsên neweşandî nînin. Agahiyên taybet ên ti edîtor, abone an rêvebiran li sîstemê nayên qeydkirin.

Sîstema banqevaniyê ya Googleyê (G-pay) ku yek ji sîstemên herî bihêz ên dinyayê ye agahîyên aboneyan diparêze.

Botan International / Botan Times jî tê de ti kes nikarin bigihin wan agahiyan.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

PCS: EM DIXWAZIN NEWROZÊ WEKÎ CEJNEKE PÎROZ BIKIN

Weşana paşê

Botan Times 80 Bin Siber Saldırıya Maruz Kaldı ve 20 Dakika Süreyle Erişim İhlali Yaşadı