Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

8. Mîhrîcana Belgefîman a FîlmAmedê dest pê dike

03/07/2023

8. Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê piştî çend salan dê 27ê Îlonê careka din dest pê bike.

Mîhrîcan wê di navbera 27ê Îlonê û 1ê Çiriya Pêşiyê de pêk bê. Pêvajoya serlêdanê jî heta 31ê Tîrmehê wê dewam bike.

Serlêdana fîlman wê bi rêya malpera filmamed.ortadogusinema.com-ê ango bi rengekî online wê pêk bê.

Kesên ku dixwazin ji bo fîlmên xwe piştgiriyê bidest bixin, dikarin vê forma serlêdanê dagirin.

Mîhrîcana ku li Amedê sala 2011an bi pêşengîya Navenda Çand û Huner a Cegerxwînê dest pê kiribû heta 2019an bi awayekî rêkûpêk berdewam kir.

Lê piştî ku hikûmetê qeyûm bi ser şaredarîyên kurdan erkdar kir, weke gelek mîhrîcanan mîhrîcana FîlmAmedê jî hate betalkirin.

Mîhrîcana FilmAmedê piştî çend salan, îsal bi pêşengîya Komaleya Akademîya Sinemayê ya Rojhilata Navîn û hin sazîyên sîvîl ji nû ve tê lidarxistin.

Mîhrîcan belgefilmên piştî sala 2020an hatine çêkirin dê qebûl bike û di navbera 27ê Îlonê û 1ê Cotmehê da pêk were.

Mîhrîcan tekane mîhrîcan e ku tenê belgefilman nîşan dide û dixwaze li Kurdistanê bingehekî xurt ê belgefilman ava bike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan