Li Tetwanê ji 8 gundiyên hatibûn desteserkirin 3 kes hatin girtin

16/08/2023

Li gundê Peyindasa Tetwana Bedlîsê di 10ê tebaxê da 8 gundî piştî operasyona leşkerî hatibûn desteserkirin. Tê gotin ku ji wan 3 kes hatine girtin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 3 gundî bi îdiaya“alîkariya rêxistinê kirine” hatine girtin. 4 gundî jî bi şerta kontrola edlî serbest hatine berdan.

Di nava wan gundîyên hatin girtin da Kerem Arvanas ê 65 salî jî heye ku rastî tundîya leşkeran hatibû.

Parêzer Berfîn ji Botan Timesê re axivîbû û gotibû, “Leşkeran parsûyê muwekîlê min şikandine, lê diktoran rapora derpkirinê nedanê”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di Kurdî de çêkirina peyvan

Weşana paşê

Ji ber sotina daristanên li Hawaîîyê 101 kes mirine, 1300 kes jî wenda ne

Te hay ji vê heye?