8. Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê dest pê dike

8. Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê dest pê dike
8. Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê dest pê dike
Ekrem Yildiz
  • 8 Kasım 2021 15:56

8. Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê îsal di navbera 15-22ê Mijdarê da li parêzgeha Duhokê bi rê ve diçe.

Desteya birêvebir ya festîvalê bi dîdareka çapemeniyê naverok û bernameya 8. Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê ragehand û derbarê fîlmefestîvalê da hûrgilî û melûmat belav kirin. Festîvala Duhokê, sala borî ji ber egera nexweşiya Covîd-19ê û fikar û endîşeya tenduristiya civakê pêk nehatibû.

Serokê îsal yê festîvalê Emîr Elî û rawêjkarê festîvalê Mehmet Aktaş li ser girîngî û eleqeya festîvalê axivîn û amarên fîlman destnîşan kirin.

Li gorî neqilkirina Aktaşî li seranserê cîhanê nêzîkî 1000 fîlman serî li festîvalê dane. Ji van fîlman nêzîkî 600 fîlm navdewletî ne. Herwiha nêzîkî 200 fîlmên kurdî jî serî li festîvalê dane.

Di çarçoveya bernameya festîvalê da ji zêdetirî 25 welatan, bi temamî 94 fîlm dê bên nîşandan. Ji van fîlmên beşdar 45 fîlm kurdî, 49 fîlm jî navdewletî ne.

Festîval îsal bi fîlma Şewket Emîn Korkî ya bi navê “Ezmûn” dest pê dike.

Fokûsa festîvalê li ser Afganistanê ye

Ji ber rûdanên li Afganistanê û awarebûna derhênerên afgan festîvalê fokûs û meyla xwe daye li ser fîlmên afganî. Di çarçoveya festîvalê da dê 8 fîlmên afganî jî bên nîşandan.

Babeta festîvalê: jîngeh

Bi armanca balkêşandina li ser wêranbûna sirûştê û parastina wê babeta festîvalê îsal li ser jîngehê ye.

Panel û kargeh

Ji xeynî nîşandana fîlman, festîvalê bernameyaka rengîn heye. Di çarçoveya festîvalê da panel û kargeh jî dê pêk bên. Bi armanca pêşvebirina berhemanîna fîlman ji bo sînemakarên genc kargeha Nûhatê dê bê pêkanîn. Herwiha li ser babetên ciyawaz yên wekî “Di sînemaya kurdî û dramayê da sektora taybet”, “Bilindbûna lîstikvanên kurd di sînemayê da”, “Dahatûya sînemaya kurdî çawa dikare bê misogerkirin” û “Danasîna Fona Fîlman ya Göteborgê” dê panel bên pêkanîn.

Lîsteya fîlmên kurdî yên di pêşbirkê da

Dirêjefîlmên kurdî

Brothers Keeper – Ferît Karahan

Dirty Lands – Ala Hişyar û Riza Aleî

Landless – Tûrec Aslanî

Sidik and The Panther – Rêber Doskî

The Dance of Ali And Zin – Mehmet Alî Konar

The Little Refugee – Betîn Qubadî

Zalava – Erselan Emîrî

Kurtefîlmên kurdî

Seven Symphonies – Perwîz Rostemî

The Last Apple – Chalang Jamal

After The Rain – Beston Zirian

I’m Raining Down Into The City – Kasım Ördek

Voices In the Waves – Navid Zare

Ayshya – Cengiz Akaygün

The Other – Saman Hosseinpour û Ako Zandkarimi

Ido – Saman Mustefa

The Room – Sami Mermer û Houman Zolfaghari

Siber – Majid Dervishnejad

Ajotin – Muhammed Seyyit Yıldız

Belgefîlmên kurdî

Holy Bread – Rahim Zabihi

Sîpano – Sinan Yıldız

Turtle – Shahram Maslakhi

Heskîf – Elif Yigit

Migratory Birds – Gül Ertunan Karaaslan û Sedat Kıran

Casimê Celîl – Özlem Diler û Celil Badikanlı