Hin serokên CHPê yên bajaran ji karî vekişîyan

27/12/2022

Medyaya Tirkîyê îro Sêşemê radigihîne ku 79 serokên Partîya Komarî ya Gel (CHP) yên bajar û bajarokê bo di sala 2023yan de bibin berbijarên wekîlîyê ji seroktîyê vekişîyane.

CHPê bo serokên bajar û bajarokan heta 26ê Berfanbarê dem dabû.

Ji Wanê Seracettîn Bedîrhanoglu, ji Batmanê Huseyîn Yaşar, ji Erzîncanê Ayhan Dogan û ji Dêrsimê Alî Mustafa Çelîk ji wan kesan in ku ji karvekişîna xwe ragihandine. 

Foto: CHP – Website


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Du hevserokên DBPê hatin girtin

Weşana paşê

Dadgehê li kujerê Denîz Poyraz cezayê muebetê birî