7 ziman hene lê Kurdî nîne!

19/02/2023
Foto-Twîtter,@yimer157, SS

Erdhêja 6ê sibatê bandorê li 10 bajaran kir. Le ji wan bajaran gelek jê bajarên kurdan bûn.

Li gel wê jî Navenda Ragihandina Biyaniyan (YÎMER) ku li bajarên wêran bûyî xebatê rizgarkirina welatiyan bi rê ve dibir cîh neda kurdî.

YÎMER di bangawaziya de bi 7 zimanan xizmetên wergerandinê da, lê di nav wan de kurdî nîn bû.

Baroya Amedê serlêdan kir

Baroya Amedê

Baroya Amedê jî li gel vê bi daxwaza ku kurdî jî li navenda bangawaziyê ya YÎMER 157an bê zêdekirin, serlêdan kir. 

Baroyê di serlêdana xwe de xwest ku zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî jî li YÎMER’ê bê bar kirin.

YÎMER girêdayî Wezareta Îdareya Koçê ya Tirkiyêye û bi awayekî çalak di xebatên rizgarkirina erdhejê de cih girt.

Zimanê Petuşca heye le..

Sazî tevî zimanê Tirkî bi 7 zimanan xizmetên rizgarkirinê û alîkariyê pêş dike.

Lê balkêşe ku li gel li bajarên Kurdan xebatên rizgarkirinê dikin cîh nade zimanê Kurdî.

Ev yek jî bû sedema nerazîbûnan.

Bikarhênerên medyaya civakî jî dibêjin, “Wan kurdên di bin kavilan de man wê bi zimanê Elmanî alîkarî bixwazin.”

Bajarên wekî Semsur,Meletî, Mereş, ku ji ber erdhêjê wêran bû hejmarek zêde kurd li van bajaran dijî.

Lê li gel wê ji saziyên dewletê di ragihandinan de cih nade kurdî.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

ZINDÎ – Roja 14emîn ya erdhêjê

Weşana paşê

Sînemxan Bedîrxanê alaya 104 salan radestî Mesud Barzanî kir