7 rojnameger hatin desteserkirin

Wêne | MA
5 ay ago

Li Enqere û Stenbolê polîsan bi ser malan da girtine û heft kes desteser kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Îro di danê sibehê de li Enqere û Stenbolê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan hate desteserkirin. 

Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de jî nûçegihana MAyê Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras,Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şirîn Ermîş hatin desteserkirin. 

Sebebê desteserkirinan nayê zanîn.

Di 126emîn salvegera Roja Rojnamgerîya Kurdî da, 23yê Nîsanê îro danê sibehê 7 rojnamegerên kurd hatin desteserkirin.

Don't Miss

Girîngiya Edebiyata Zarokan

Hişê zarokên ku bi zimanê “xwe” yê zikmakî berhemên edebiyata zarokan dixwînin,

Weşanên Nûbiharê ‘Dîroka Edebîyata Kurdî’ çap kir

Weşanên Nûbiharê kitêba Dîroka Edebîyata Kurdî çap kir û belav kir. Ev