Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

7 Baroyan daxuyanî da derbarê desteserkirinan da

27/09/2024

24ê Îlonê, li Amedê polîsan bi ser Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Ziman, Çand û Perwerdê ya Ankayê da girt.

Payîz Pirtûk kitêbfiroş e û ew zêdetir kitêbên kurdî difiroşe. Herwiha Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER jî sazîyeka zimanî ye û li wir zimanê kurdî tê fêrkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Baroyên Amed, Agirî, Batman, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Wanê daxuyanî daye derbarê serdegirtinên sazîyan da û bang li mercîyên eleqedar kirîye ku kesên desteserkirî bêne berdan.

Daxuyaniya baroyan wiha ye: 

Kesên bi operasyonê hatine binçavkirin kesên sivîl ên bi karê zimanê kurdî ve eleqedar in, nasnameya wan a aktîvîstiyê li pêş e. Serdegirtin saziyan û binçavkirina van kesan li dijî aktîvîzma zimanê kurdî ye. Ev yek her wiha bi krîmînalîzekirina zimanê kurdî, gelê me ji xebatên zimanî yên kurdî jî dûr dixe. 

Li Tirkiyeyê her çiqas zimanê kurdî ji xeynî bikaranîna di zimanê fermî de û li saziyên giştî weke teorik nehatibe astengkirin jî em dibînin ku bi biryarên nehiqûqî fîîlen astengî li ber bikaranîna zimanê kurdî tên derxistin. Her wiha weke vê hin kiryarên dezgehên dewletê rê didin dûrbûna ji xebatên zimanê kurdî. 

BANGA BERDANÊ 

Em bi bîr dixin ku karên eleqedarê zimanê kurdî li gor qanûnan ne sûc e. Di her qadê de jiyîn û parastina vî zimanî mafê her kurdekî ye. Em ê vî mafî li her derê biparêzin. Bi rêya darazê tevî hînbûn an hînkirina zimanê kurdî sedembûna tehdeya li ser karên zimanî yên kurdî nehiqûqî ye. 

Em weke Tora Komîyon ên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê bi bîrxistina girîngiya çanda plurîzmê bang li rayedaran dikin ku girtin û serdegirtinên li malên aktîvîzmên zimanê kurdî nehiqûqî ye û divê aktîvîstên zimanê kurdî demildest bên berdan.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Tirkîye di Endeksa RSFê de ketiye rêza 159ê

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Bê Sînor/Sînornenas (RSF) ji ber zextên berdewam li

Mafê bikaranîna kurdî li Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên 2025an de 24 caran hate binpêkirin

07/04/2025 Li Tirkiyeyê, di sê mehên destpêkê yên sala 2025an de 24

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran