Armaxana Ferhat Tunç: Stranên Wenda

Armaxana Ferhat Tunç: Stranên Wenda
Armaxana Ferhat Tunç: Stranên Wenda
Botan Times
  • 3 Ocak 2023 15:03

Ferhat Tunç ji Twitterê ragihand ku ewê di 13ê Rêbendanê de albumeke nû biweşîne.

Li gor ragihandina Ferhat Tunç navê albumê ‘’Kayip Şarkilar’ (Stranên Wenda) ye û ewê muzîkhez hin stranên albumê cara pêşî bibihîsin.

‘’Ez dixwazim ku hûn vê albumê wek armaxaneke sala 2023yan bibînin’’ Ferhat Tunç nivîsî.

Di sala 2022yan de jî albumeke bi navê ‘’Memleketçe’’ derxistibû Ferhat Tunç.

Îstatîstîkên platforma muzîkê ya Spotifyê raber dikin ku mehane 107 hezar kes wî li ser wê platformê guhdar dikin.

Li ser wê platformê strana Ferhat Tunç ya herî populer ‘’Sen Ateş Ol Ben Yanayim’’ (Tu Agir Be Ez Bişewitim’’ e. 

Ferhat Tunç xêncî stranbêjîya xwe bi aktîvîstîya xwe ya bo mafên mirovan jî tê naskirin.