Li gorî Rapora Çavdêriya Medyayê ya ku Erol Onderoglu,li bianetê weşandiye, di çar mehên dawîn de li Tirkiyeyê du rojnamevan hatine kuştin, 17 rojnamevan hatine desteserkirin û 14 rojnamevan hatine mehkemekirin. Her wiha li gorî raporê, di vê demê de RTÜKê bi qasî 60 cezayên giran daye medyayê û gelek malper hatine astengkirin.
Rapora RSFê rewşa xirab diyar dike
Li gorî Rapora RSFê ya sala 2024ê, li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî kêm bûye, lê bi taybetî kontrola edlî ya li ser rojnamevanan zêde bûye. Erol Onderoglu, nûnerê RSFê, diyar kiriye ku ev yek nîşana wê yekê ye ku dewlet rêbazên nû yên zextê bi kar tîne.
60 rêxistinan biryara RTÜKê şermezar kirin
Bi pêşengiya IPIyê zêdetirî 60 rêxistinên azadiya çapemenî û ramanê, biryara RTÜKê ya ku 30 sal in weşanê dike Radyoya Açikê qut kiriye, şermezar kirine. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Ev biryar li hember medyaya serbixwe û azadiya ramanê derbeke giran e. Divê destûra weşanê ya Radyoya Açikê bê vegerandin.”
Parlamentoya Ewropayê piştgirî da rojnamevanan
Parlamentoya Ewropayê, biryareka şermezarkirinê ya li dijî zextên dadgehî yên li ser Bülent Mumay, Koordînatorê DW Tirkiyeyê yê Stenbolê ku ji ber rexnekirina hewldanên sansûrê yên Şirketa Met-Gûnê 20 meh ceza girtiye û ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatiye pesendkirin, qebûl kiriye.
16 rêxistinan ji rêveberên YEyê re name şand
16 rêxistinên navneteweyî nameyek hevpar ji Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re şandine. Di nameyê de daxwaz hatiye kirin ku Tirkiye vê reşnivîsê bi temamî paş ve bikişîne.
IPI, RSF, CPJ û ECPMF li Enqereyê hatin ba hev
Rêxistinên navneteweyî yên rojnamegeriyê bi pêşengiya IPI û bi beşdariya RSF, CPJ û ECPMF li Enqereyê sê rojan hevdîtin pêk anîne. Heyetê bi Dadgeha Destûra Bingehîn, RTÜK, partiyên mixalefetê, rojnamevan û nûnerên dîplomatîk re civîn çêkirine.
Reşnivîs dê medyaya serbixwe bike hedef
Di civînan de hatiye diyarkirin ku ev reşnivîs dê bi taybetî dezgehên medyayê yên ku bi alîkariya fonên navneteweyî weşanê didomînin, bike hedef. Heyetê daxwaz kiriye ku ev reşnivîs bê redkirin. Di reşnivîsê de peyvên wek “li dijî berjewendiyên siyasî yên hundir û derve”, “rêxistina biyanî” û “çalakiya şerî” hatine bikaranîn ku ev yek dê bibe sedema zextan li ser her cure xebatên rojnamegeriyê.
Rêxistin li dijî girtina rojnamevanan derketin
Di vê demê de, desteserkirina rojnamevanan wek Nevşin Mengü, gefên serokê MHPê Devlet Bahçelî, operasyonên li ser medyaya kurdî û kuştina rojnamevanan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn li Bakurê Sûriyeyê, êrîşa li ser rojnamevan Hakan Sataroğlu li Balıkesîrê û mudaxeleya Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya ya li kameraya ANKAyê jî bûne sedemên bertekên rêxistinan.
Çavkanî:
- Bianet
- RSF
- Botan Times