Di doza Redhackê de Cezayê girtîgehê li 5 rojnamegeran hatiye birîn

Di doza Redhackê de Cezayê girtîgehê li 5 rojnamegeran hatiye birîn
Di doza Redhackê de Cezayê girtîgehê li 5 rojnamegeran hatiye birîn
Vahdet Uçar
  • 1 Ocak 2022 07:26

Di doza RedHackê de biryar di danişîna 14emîn de hat dayîn. RedHackê e-maîlên Berat Albayrakê Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Sirûştî yê wê demê eşkere kiribûn û rojnamegeran jî ew dane û maîl kiribûn nûçe. Rojnameger ji ber nûçe, ji ber rojnamegerîya xwe dihatin darizandin û biryara dozê di 14emîn danişînê de hatiye dayîn.

Xebatkarê BirGûnê yê 29emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê Mahîr Kanaat, edîtorê berê yê Dikenê Tunca Öğreten, Midûrê Nûçeyan ê DÎHAyê, yê girtî, Omer Çelîk, nûçegihan Metîn Yoksu, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yolculukê Eray Sargîn bi îdîaya “bi awayekî bê hiqûqî dane bi dest xistine” dihatin darizandin û bi vê sûnckirinê 1 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

Rêvebera ETHAyê Derya Okatanê jî beraat kiriye. Hemû rojnamegeran ji sûcê “propagandaya rêxistina terorê” hatin berdan. Ku di nava îdîayan de ev jî hebû.

Du roj beriya danişîna dawî ya 9ê Kanûnê, dozger nêrîna xwe pêşkêşî dosyayê kiribû û xwestibû rojnameger Okatan, Eray, Yoksu û Çelik jî bi îdiaya “bi awayekî bê hiqûqî dane bi dest xistine” û “propagandaya rêxistinê kirine” bên cezakirin.

Derya Okatan û Mahîr Kanaat duhî beşdarî danişîna biryarê bûbûn, Omer Çelîk û Metîn Yoksu jî bi Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) ji bajarên xwe beşdarî danişînê bûbûn.

Dozger nêrîna xwe ya li ser cezakirina rojnamegeran dubare kir. Parêzerê Berat Albayrak jî xwest rojnameger bên cezakirin. Di dawîya danişînê de 1 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Kanaat, Öğreten, Çelik, Yoksu û Sargın hate birîn.