20emîn danişîna doza ku rojnameger Yetkin Yıldız bi îdiaya “heqaret” û “îftîrayê” tê darizandin li 31emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê hat dîtin. Yıldızî li ser gilîkirina Efkan Ala tê darizandin.

Dadgehê biryar da ku li benda bidawîbûn û encama doza ku Yıldız û 6 rojnameger tên darizandin be û doz taloqî Hezîranê kir.

Çi qewimîbû?
Rojnameger Yetkin Yıldız, ji ber nûçeyên di derbarê parvekirinên twîtterê yên Efkan Ala tê darizandin. Ku alîkarê serokê giştî yê AKPyê û Wekîlê Bursayê Efkan Ala bi navê “Fuat Avni” li ser teqîna Surucê parvekirin kiribûn û Yıldızî jî ew parvekirin kiribûn nûçe.

Di îdianameya ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve piştî gilîkirina Ala hatî amadekirin de hatiye îdiakirin ku îfadeyên di nûçeyê de hatine bikaranîn sûcê heqaret û îftîrayê ne û hatiye xwestin ku Yildirimî bê cezakirin.

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!