Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimîye?

04/09/2024

Lêpirsîn û lêgerîn li ser Narîn Guranê berdewam in.

Narîn Guran 8 salî ye. Ew ji 21ê Tebexê were wenda ye û tu agahîyên esas li ser nînin ji bilî çend îddîayan.

Guran ji gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê ye. Li gorî agahîyên berdest ew ji kursa Qur’anê derketîye û piştî wê jî ti agahî jê nehatine wergirtin.

Heta niha îfadeya gelek kesan hatîye wergirtin û gelek hatine desteserkirin. Ligel van yekan jî, li ser medyaya civakî gelek gotegot li ser wendabûnê hatine kirin.

Ajansa Mezopotamyayê derbarê wendabûna wê da, ji roja ewil heta niha, ka çi çêbûye, raporek li ser amade kirîye.

“”Malbat ji bo ku keça wan bê dîtin di rojên ewil de gelek daxuyanî dan. Lê ferdên malbatê piştî demekê têkildarî aqûbeta Guranê êdî bi rojnamevanan re neaxivîn. Her wiha şêniyên gund ji roja ewil ve bêdengiyê tercîh dikin. Yekane gotina ku gundî dibêjin ev e: “Em tiştekê nizanin, dewlet dizane.”

Piştî bûyerê dora mala Guran bi şirîda ewlehiyê hate girtin. Ji noxteyeke ku ji aliyê AFAD’ê ve hatiye avakirin, destûr tê dayîn ku rojnamevan kêşanê bikin. Ferdên malbatê jî destûrê nadin ku rojnamevan nêzî malê bibin. 

Guran, di 21’ê tebaxê de saet di 13.00’an de ji bo ku biçe Qursa Qûranê ji mala xwe derket. Guran dora saet 15.00’an jî ji qursê derket. Malbata Guran, ji bo ku ji keçên xwe agahî negirtin rayedar agahdar kirin. Tîmên AFAD û cendermeyan ên sewqî herêmê hatin kirin, dest bi xebata lêgerînê kir. Di encama xebatan de dîmenên kamerayê ku saet di 15.15’an de ber bi mala xwe ve diçû hatin dîtin. 

Di çarçoveya lêpirsînê ya têkildarî bûyerê hatin destpêkirin de îfadeyên bi dehan kesan hatin wergirtin. Di ketin û derketina gund de noxteyên lêgerînê hatin danîn. Hemû wesayîtên ku derbas bûn hatin gerandin. Nêzî 150 ajokarên wesayîtan ku di saeta Narîn windabûye de di rê de derbasbûne hatin lêpirsîn. Her wiha li hin malên terkkirî lêgerîn hate kirin. Zêdetirî qadeke 11 hezar doniman xebatên lêgerînê hatin kirin. 

Di 22’yê tebaxê de 3 kîlometre dûrî mala malbata Guranê, di 28’ê tebaxê de jî 2 kîlometre dûrî mala wan du şimikên zarokan ên cuda hatin dîtin. Lê hate diyarkirin ku her du şimik jî ne aydê Guranê ne. 

Di 25’ê tebaxê de li ser zinarên 20 mîtro dûrî mala malbata Guranê lekeyên xwînê hatin dîtin. Parçeyên keviran ên lekeyên xwînê li ser bûn hatin lêkolînkirin. Piştî lêkolînê Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku lekeyên xwînê ne aydê Guran, aydê zarokekî ku li gund xwîn ji difina wî hatiye ye.  

Di 28’ê tebaxê de xebat li Çemê Selmî yê 2 kîlometreyan dûrî gund hatin zêdekirin. Lê li vir jî tu şop nehatin dîtin. “”

Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Çîçek: Derfeta çareserîya pirsgirêka kurdî ya dîrokî derketiye holê – Medyascope

Di hevpeyvîneka Ruşen Çakirî ya li Medyascopeyê de akademîsyen Cuma Çîçek dîyar

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Kurdên ji Rojavayê nikarin vegerin ser axa xwe – VOA Kurdî

Kurdên Rojavayê yên ku ji ber şerî koçî Tirkîyê kirine, gotine ku