“3 milyon ciwan ne dixebitin û ne jî perwerdehîyê dibînin”

“3 milyon ciwan ne dixebitin û ne jî perwerdehîyê dibînin”
“3 milyon ciwan ne dixebitin û ne jî perwerdehîyê dibînin”
Botan Times
  • 15 Ocak 2023 09:09

Li gorî danayên 2022an ya Gerînendeya Sazîya Karî ya Tirkîyeyê (İŞKUR) di 11 mehên 2022an de 220 hezar û 416 ciwan ji bo mûçeya bêkariyê serî li saziyê daye.

Ji wan ciwanan tenê ji sedî 78 bersiva erenî girtine.

Li gor nûçeya rojanemeya Cumhuriyetê, ciwanên ku karibin mûçeya bêkariyê werbigrin 49 hezar û 708 kes in.

Bi tevahî milyon û 538 hezar û 607 welatî bo mûçeya bê kariyê serîlêdan kirine.

Ji wan 13 hezar û 52 jê emrê wan di navbera 15-19 salî, 207 hezar û 364 jê jî emrê wan di navbera 20-24 salî de ne.

Endamê Meclîsa Partîya Gel ya Komarê (CHP) Umut Akdogan ji bo daneyên IŞKURê dibêje,

Tenê van daneyan pişt rast dike..”

” Tenê van daneyan pişt rast dike ku ciwanên me di çi halê de ne.  Ciwanên me salên xwe yên herî xweş li ber derê İŞKUR ê derbas dikin. An kar digerin an jî mûçeya bêkariyê.”

Wî dîyar kir ku, “ciwanên ne dixebitin û ne jî perwerdehiyê dibînin hejmara wan gihîştiye 3 mîlyon û 249 hezar”

Rayedarê CHPê ji bo van ciwanan dibêje, “Ciwanên malê” hikûmeta aniha profileke bi vî rengî ava kir.