Kargeha Nûçegîhaniya Mafparêz a Kurdî bi hevkarîya Botan International û Atolye BIAyê wê pêk were

  • 18/11/2021
Kargeha Nûçegîhaniya Mafparêz a Kurdî bi hevkarîya Botan International û Atolye BIAyê wê pêk were
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

18/11/2021

Atolye BIA wê bi hevkarîya Botan Internationalê li Amedê Kargeha Nûçegîhaniya Mafparêz a Kurdî pêk bîne. Bername wê bi kurdî be û rojekê dewam bike. Heta 26ê Çiriya Paşiyê, roja Înê hûn dikarin serî lê bidin.

Atolye BIA wê roja 4ê Kanûna Pêşiyê, li Amedê Kargeha Nûçegîhaniya Mafparêz a Kurdî li dar bixe. Atolye BIA wê vê bernameyê bi tevkariya Botan Internationalê pêk bîne. Edîtorên bianet kurdiyê Ferid Demirel û Abdulselam Yildirim wê moderatorên kargehê bin. Bername wê saet di 10.00ê de destpê bike û di 17.30an de biqede.

Rojnamegerên ku li JınNews, BBC, Sputnik, Botan International, Ajansa Mezopotamya û bianetê kar dikin wê behsa tecrubeyên xwe bikin.

Rojnameger Hatice Kamer, Safîye Alagaş, Abdurrahman Gok, Sertaç Kayar, Murat Bayram û Ferid Demirel wê dersan bidin.

Di Kargehê de wê ev ders werin dayîn:

  • Li bianet.org-ê nûçegîhaniya mafparêz a kurdî çawa tê kirin?
  • Divê zimanê nûçegîhaniya jinparêz a kurdî çawa be? Şaşî û rastiyên wê çi ne?
  • Foto-rojnamegeriya mafparêz divê çawa be?
  • Nûçeyên çavdêriyê divê çawa werin nivîsandin?
  • Nûçegîhaniya Mobile çawa tê kirin?
  • Li herêmên şer û pevçûn lê hene, divê nûçegîhanî çawa be?

Rojnamegerên li Amed û bajarên derdora wê yên di medyaya berbelav de kar dikin, yên bêkar hatine hiştin, xwendekarên beşên rojnamegerî, radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên ku dixwazin vî karî bikin, dikarin serî lê bidin.

Serlêdan wê heta saet 10.00ê 26ê Çiriya Paşiyê, roja înê werin qebûlkirin. Ger pirsên we hebin hûn dikarin bi rêya e-maila [email protected]ê  ji me re binivîsin.

Ji bo forma serlêdanê, bitikîne

* Kargeh belaş e.

** Heqê rê û yê cihê mayînê yê beşdarên ji derveyê Amedê tên, wê bê dayîn.

Nûçe: Bianet(SO/FD)

%d